Komeke din a ciwanên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkerî û siyaseta ku xizmeta gel nake, tevlî nav refên PKK’ê bû. Ciwanan diyar kir ku ew tenê di nava refên gerîlayên PKK’ê de dikarin parastina xaka herêma Kurdistanê bikin.

Vê koma ciwanên Başûrê Kurdistanê ku tevlîbûna xwe ya nav refên gerîla bi daxuyaniyekê eşkere kir, wiha behsa armanca beşdarbûna xwe kir: “Welatê me Kurdistan rû bi rûyê dagirkeriyê ye û ev êrişên dagikerane roj bi roj zêdetir dibin. Her wisa rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê ji dema borî gelek cûdatire. Dijmin dixwazin Kurd û xaka wê têk bibe.”


‘Me wisa serî hilda’

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Sîstema sermayedarî ya cihanî dixwaze bi rêya dewletên dagirkerên Kurdistanê, bi taybetî jî bi rêya dewletên Tirkiye û Îranê, her wisa bi rêya netewepestiyê Kurd ku ti projeyeke xwe ji bo gelê me nîne û di dema herî teng de wê tenê dihêle, her wisa bi rêya navendên şerê taybet û îstîxbaretê gelê Kurd ji rastiya xwe dûr bixe.”

Ciwanan sedema beşdarbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Me weke ciwanên Başûrê Kurdistanê li ser bangawaziya di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de biryar da êdî temaşeker nebin û xwe bikin hêz û birêxistin bikin. Bi vê mebestê jî me çiyayên Kurdistanê hilbijartin û em beşdarî Tevgera PKK’ê bûn. Bangawaziya me ji hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê re ew e ku ew jî beşdarî pêngava ‘Serî Hilde’ bibin û bi vê rêyê em xwe, xaka xwe û mirovbûna xwe biparêzin.”


Beşdarbûna nav refên PKK´ê zêde dibe

Li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî piştî referandûmê û êrişên li dijî Kerkûkê, tevlîbûna nav refên PKK’ê ya ciwanan zêde dibe. Tenê di 2 mehên dawî de 49 ciwan tevlî nav refên PKK’ê bûn. 


ROJNEWS / QENDÎL