Akademiya Şehîd Xebat Dêrik perwerdeya 23 ciwanên Ereb ên bajarê Hesekê bi merasîmekê bi dawî kir. Ciwanan di perwerdeyê de waneyên leşkerî û fikrî û hunerên şer dîtin.
Merasîma bi dawîkirina perwerdeyê, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre fermandarê YPG’ê Lewend Rojava derbarê operasyona rizgarkirina rojavayê Kantona Cizîrê û çiyayê Kizwanan de axivî û bal kişand ser berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Di dawiya merasîmê de 23 ciwanan ku perwerdeya xwe bi dawî kirin, sûnda xwe ya leşkerî xwarin. Merasîm bi stran û dîlanê û dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.
ANHA/HESEKÊ