Piştî ku di 3'ê Texaba 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran welatiyên Êzîdî koçî Dihok û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê bûn û li wargehan hatin bi cih kirin. Gelê Şengalê yên ku li van wargehan dimînin pirsgirêkên weke av, ceryan, sotemenî, kon û hwd. dijîn. Ji van wargehan yek jê jî wargeha Şaya ye. Êzîdiyên li wargeha Şayayê ji bo nerazîbûnên xwe nîşan bide di 1'ê Çile de xwepêşandanek lidar xistin. Li gorî ku agahiyên ji herêmê hatin girtin asayîşa PDK'ê xwepêşandan asteng kirin û 40 ciwanên Êzîdî girtin. 

Ciwanekî beşdarî xwepêşandanê bûyî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku weke şêniyên wargeha Şaya ji ber nebûna pêdiviyên rojane xwepêşandan lidarxistin e lê asayîşa PDK'ê û hêzên ewlehiyê êrîş kirin li ser xwepêşandaran. Di encamê de 40 ciwanan ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hat girtin. 

Heman çavkanî diyar kir ku li gorî agahiyên wan girtine, ji wan ciwanên hatine girtin 3 birîndar bûne û heqaret jî ji wan hatine kirin. 


 DIHOK