Bi armanca şermezarkirina 73’emîn fermana li dijî Êzîdiyan ciwanên Êzîdî bi dirûşmeya “Welat welatê me ye tolhildan soza me ye” meşeke dirêj dan destpêkirin. Ciwanên Rojava jî piştgirî dan meşê û alên TAJÊ, YJŞ û YBŞ’ê hatin hildan. Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Bimre xiyanet” berzkirin. Meş li Serdeştê destpêkir dê heya Digurê dewam bike.
Ciwanan di dawiya meşê de li cihê ku destpêkê çeteyên DAÎŞ’ê êriş lê pêk anî, daxuyanî da û got, ew ê tola qirkirina Şengalê bi avakirina Şengala xweser hilînin.
Yekîtiya Cwan ên Êzidî (YCÊ) bang li hemû keç û xortên Êzidî kir û got, ”êdî neyên lîstikên xiyanetkaran û vegerin ser axa xwe. YCÊ bi şîara welat welatê me ye tolhildan soza me ye, wê tekoşîna xwe xurttir bike.”
Piştî daxuyaniyê, ciwan li wesaîtên xwe siwar bûn û berê xwe dan Serdeşta Çiyayê Şengalê ji bo beşdarî meşa giştî bibin.
PDK dîsa bi kar û emelê xwe rabû
Welatiyên Êzîdî yên ku ji başûr dihatin Şengalê bi xwe ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin. PDK´ê nehişt ku gelê ji Başûr hatî tevlî meşa ji bona Şermezarkirina ferman 73’an bibe. Ciwanên Êzîdî jî bi bihîstina wê xeberê pirr hêrs bûn û dema di rê de dihatin rastî Nuqteyeke Asayîşa PDK’ê hatin û êrişî Pêşmergeyên tê de kirin. Dema ciwan bi keviran û dirûşman bi ser Pêşmergeyan di çûn, PDK´ê gule li ciwanan reşandin û gule li ser serê wan re avêtin, lê ciwanan guh neda avêtina guleyên, wan û cardin dest bi dirûşman meşa xwe dewam kir heta ku gihiştin Gundê Kolka yê girêdayî Serdeştê û tevlî meşa giştî bûn.
ŞENGAL