Di konferansê de hat diyarkirin, pêwîstiya gelê me ji hertimî zêdetir bi yekitiya netewî heye. Hat ragihandin, li hemberî hemû êrîşên ji aliyê dewletên dagirker yên Kurdistanê ve êdî tehemûla gelê Kurd nameye û wiha hat gotin: “Mînaka herî berbiçav ya vê jî Rojavaye.”

Di konferansa rewşa Rojava bi berfirehî hatî destgirtin de hat diyarkirin, hemû hewldanên dewleta Tirk û PDK’ê yên bi çek kirina çeteyên DAÎŞ’ê, lêkirina dîwarên şermê û kolana xendekan li rastî berxwedana gelê Kurd hatiye û têkçûne.
Di konferansê de bal hat kişandina ser êrîşên vê dawiyê yên ji aliyê PDK’ê ve li ser saziyên Kurdan û wiha hat gotin: “Bi êrîşên xweyên dawî yên dijhuqûqî yên li hemberî sazî û rêxistinên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê PDK’ê rewşa xweya zêde tengavbûyî berçav xistiye”. Ciwanên TEVDA’yê herî dawî diyarkirin, em weke TEVDA xwe pêşengê vî gelî dibînin, em hemû êrîşên PDK’ê yên  li ser saziyên gelê Kurd şermezar dikin. Divhemû rêxistinên Kurdanên li herêmê yên li hemberî van êrîşan bêdeng dimînin bi tundî şermezar dikin. Herî dawî banga yekitî û têkoşînê li hemberî van êrîşan ji bo gelê Kurd hat kirin. 

ŞENGAL




Li dijî kiryarên PDK’ê meşa ciwanan


Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Tirbesipiyê xwepêşandanek ji bo şermezarkirina kiryarên PDK’ê li dijî Rojava, bi beşdariya dehan welatiyên bajêr û Ciwanên Pêşeroj ên Sûriyanan, li dar xist‫.‬
Xwepêşandan ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê tirbespiyê dest pê kir û di nava kolanên bajê re geriya. Her wiha di xwepêşandanê de durişmeyên ku kiryarên PDK’ê şermezar dikin, hatin gotin‫.‬
Xwepêşandan ber bi Meydana Azadî ya bajêr ve meşiya. Piştî ku girse gihîşte Meydanê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Demhat Mihemed axivî û kiryarên PDK’ê şermezar kir û li ser navê ciwanên şoreşger ji PDK’ê re got ku kiriyarên xwe yên li dijî Rojava bidin sekinîn‫.‬
Mihemed di dawiya axaftina xwe de derbarê hemleya girtinê ya ji aliyê asayîşên PDK’ê vet ê meşandin a li dijî saziyên civaka sivîl û saziyên ragihandinê, axivî û got piştî ku daxwaza wan di pêkanîna teqînan de li Rojava pêk nehat, dest bi hemleya girtinê û êrîşan li ser saziyên civaka sivîl û saziyên ragihandinê yên li Başûrê Kurdistanê, kirine. Xwepêşandan bi durişmeyên ku şoreşa Rojava, YPG û YPJ silav dikin, bi dawî bû. 

TIRBESIPIYÊ