Çalakiya nobeta sînor a şêniyên Kobanê didome. Doh jî ciwanên bajarê Girê Spî berê xwe dan sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de û tevlî çalakiya nobetê ya berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bûn.
Ciwanan alên YCRꞌê, TEV-DEMꞌê, YPG/YPJꞌê, her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hilgirtin. Ciwanan bi dirûşmeyan, êriş û destwerdanên Tirkiyeyê şermezar kir û berxwedana şêniyên kantona Kobanê silav kir.
Hikûmeta AKP´ê avakirina dîwarê şermê  didomîne. Lê berxwedana şêniyên Kantonê, hêzên AKPꞌê neçar kir ku paşve vekişin û avakirina dîwar li pişt xeta tirênê bidomînin. Tirkiyeyê maşîne, çekên giran û leşkerê xwe, li ser sînor bi cih kirine. Çalakiya nobetê di roja xwe ya 9ꞌemîn de, didome. n ANHA/KOBANÊ


Ciwanên bajarê Girê Spî tevlî nobeta berxwendanê ya şêniyên Kantona Kobanê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê, bûn.
Çalakiya nobeta sînor a şêniyên Kobanê didome. Doh jî ciwanên bajarê Girê Spî berê xwe dan sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de û tevlî çalakiya nobetê ya berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bûn.
Ciwanan alên YCRꞌê, TEV-DEMꞌê, YPG/YPJꞌê, her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hilgirtin. Ciwanan bi dirûşmeyan, êriş û destwerdanên Tirkiyeyê şermezar kir û berxwedana şêniyên kantona Kobanê silav kir.

Hikûmeta AKP´ê avakirina dîwarê şermê  didomîne. Lê berxwedana şêniyên Kantonê, hêzên AKPꞌê neçar kir ku paşve vekişin û avakirina dîwar li pişt xeta tirênê bidomînin. Tirkiyeyê maşîne, çekên giran û leşkerê xwe, li ser sînor bi cih kirine. Çalakiya nobetê di roja xwe ya 9ꞌemîn de, didome.


ANHA/KOBANÊ