AMED : Li Rezana Amedê komek ciwan li ser riya Kuruçeşmeyê hatin cem hev û komploya 15’ê Sibatê şermezar kir. Ciwanên ku rûyê xwe bi rûpoşan girtibûn, bi vêxistina agir rê ji trafîkê re girt. Ajokarên wesayîtan bi lêxistina qorneyan û Kurdistaniyan jî bi berz kirina dirûşmeyan piştgirî da ciwanan. Ciwanan bênavber dirûşmên “Bijî Serk Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Ocalan” berz kirin. Çalakî demak dirêj dom kir. Bi hatina polîsên AKP’ê di navbera ciwanan û polîsan de şer derket. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir, ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî xwe parast. Pevçûna di navbera polîsan de heta derengiya şevê berdewam kir.

WAN : Li taxa Xacorta Wanê ciwanan ji bo şermezar kirina komployê li ber Dibistana Seretayî ya Dumlupinarê kom bûn. Ciwanan bi vekirina pankartên “Em 4’emîn Kongreya Komalê Ciwanan û 1’emîn Kongreya Komalên Jinên Ciwan silav dikin”, “Em 15'ê Sibatê şermezar dikin” û bi meşaleyan meşiyan. Ciwanan di meşê de bênavber dirûşmên "Biji Serok Apo", "Bimre 15'ê Sibatê” berz kirin. Ciwan heta mala gerîlayê HPG’ê Mehdî Kurt meşiyan. Kurdistaniyan jî bi lêdana çepik û berz kirina dirûşman piştgirî da çalakiya ciwanan.
QOSER : Li Qosera Mêrdînê di nav wan de Serokê BDP’a Qoserê Fettah Tekîn û Cîgira Şaredarê Qoserê Leyla Salman jî hebûn, bi sedan Kurdistanî li taxa Turgut Ozalê hatin cem hev û çalakî pêk anîn. Kurdistaniyan bi meşaleyan û bi berz kirina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e” û Şehîd namirin” heta taxa Ataturkê meşiyan. Serokê BDP’a Qoserê Fettah Tekîn di çalakiyê de axivî. Tekîn, dilar kir ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî dê li hemû taxên Qoserê çalakiyên meşaleyî pêk bînin. Çalakî bê bûyer bi dawî bû.
DUHOK : Tevgera Hemwelatiyê Azad û Yeksen a Duhokê ji bo şermezar kirina komploya navneteweyî semînerek li dar xist. Gelek Kurdistanî tevli semînerê bûn. Nivîskar û rojnameger Rekevt Îsmaîl di semînerê de axivî. Îsmaîl, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye dîlgirtin û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan ji hêla gladioya navneteweyî ve hatiye dîlgirtin. Ev lîstik û hileyên gladioya navneteweyî di şexsê birêz Ocalan de li hemberî hemû Kurdan pêk hatiye.” Piştî axaftina Îsmaîl, endamên Tevgera Hemwelatiyê Azad û Yeksen Sedar Star jî li ser pêvajoya 15’ê Sibatê axivî. 

  WAN/AMED/MÊRDÎN/DUHOK