Hat ragihandin ku çalakî ji bo betalkirina qanûna ji kortejên karkeran kêmkirina saetên kar e. Ciwanên Fransayê dan xuyakirin, ku eger ew bi hev re têkoşînê bimeşînin hingî dikarin bi ser kevin.
Li Fransyê ji 31'ê Adarê û vir ve çalakiyên 'nuit debout' (bi şev rabe ser piyan) tên lidarxistin. Di çarçoveya van çalakiyan de li hin cihan forum tên lidarxistin. Li Meydana Repûblîqûe ya Parîsê kon hatin vedan. Li vê derê, beşdar li ser kursiyên azad nêrînên xwe îfade dikin.
Endamên Ciwanên Azad ên Parîsê jî bi rengê xwe tevlî çalakiyê bûn, gotin, "Mîna li her derê, li vê derê jî destwerdan û terora dewletê heye. Me xwest hem piştgiriyê bidin vê çalakiyê, hem jî li vê derê dezgeha agahdarkirinê vekin û terora dewleta faşîzan a Tirk û tecrîda şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihînin cîhanê. Ciwanan dirûşmên "Bijî piştgiriya enternasyonal" û "Bijî Serok Apo" gotin. Dezgeha agahdarkirinê ya Ciwanên Azad rastî eleqeyeke mezin tê. Heman rojê wezîrê maliyê yê berê yê Yewnanistanê jî hat serdana çalakgeran û çalakiya bi şev rabe ser piyan weke înîsiyatîfeke harîqulade bi nav kir.
PARÎS