Ji ber ku CPT li hemberî tecrîdê bêdeng e, ciwanên Kurd li avahiya wê çalakî li dar xist.
Gelek ciwanên Kurd li pêşiya CPT’ê kom bûn û ji ber bêdengiya wê ya li hemberî grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, saziya CPT’ê bi zimanekî tund protesto kir.
Nêzî 40 ciwanên Kurd li pêşiya CPT’ê kom bûn û bariyerên parastinê yên avahiyê derbas kirin û ketin hundirê avahiyê. Çalakgeran sloganên ‘CPT biçe Îmraliyê’ û ‘Bijî Serok Apo’ gotin û helwêsta CPT’ê bi zimanekî tund şermezar kir.
Polîsê Fransayê jî bi awayekî tund dest werda çalakiyê. Polîsan hemû çalakger destgîr kirin.
STRASBOURG