400 xwendekarên amadeyî ya Wargeha Maxmûrê ya Şehîd Rûstem Cûdî ji bo Dadgeha Atîna doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku wê di 26’ê Sibatê de li Atîna pêk bê û ji bo bala CPT bikşîne ser tecrîda li ser Ocalan, name şandin.
‘Tecrîda li ser Ocalan bide sekinandin’
Xwendekaran di nameyên xwe de ji CPT yê xwestin ku li gor navê xwe tevgigerin û tecrîda li ser Ocalan bide sekinandin.
Di heman demê de xwendekaran ku di nameyên xwe yê ku ji bo Dadgeha Atîna ji wiha gotin: “Dadgerên hêja daxwaza me jiwe û gelê Yûnan ewe ku hikumeta Yûnan ya wê demê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze. Dadgeha bilind ya Atîna kes û rayedarên dewleta Yûnan yên ku divê komployê de cîh girtin bên darizandin. Gelê Yûnan cihê xwe ligel birayê xwe a Kevnar gelê Kurd bigire. Biher awayî zorê bide dewleta Tirk ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala. Azadî ji bo Ocalan. Statû ji bo Kurdistanê.”
ROJNEWS/ MEXMÛR