5 jinên ciwan yên endamên PJAK’ê, ji hefteya borî heta niha hem li ber Konseya Ewrupa, hem jî li ber Parlamentoya Ewropa bi awayekî aktîf di nav çalakiyan de ne.

Berdevka komê Nûjîn Rojhilat diyar kir, çalakiya nobetê di roja 734’an de dewr girtine û di çalakiya 106 hefte li pey xwe hiştiye de cara yekemîn e jinên ciwan ê Rojhilatê Kurdistanê nobetê digirin. Nûjîn Rojhilat da zanîn ku nobeta ji bo Ocalan ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re xwedî girîngiyeke taybet e û wiha axivî: “Em wek 5 ciwanên Rojhilatê Kurdistanê tevlî vê çalakiyê bûn. Têkoşîna Rêber Apo 4 parçeyên Kurdistanê esas digire, em jî wek berxwedana xwe qebûl dikin û didin domandin.”  

Nêrîna Ewrupiyan diguhere
Sînor Hosseyînî ya ji Fînlandiya tevlî nobetê bû jî destnîşan kir ku bi saya çalakiya li ber Konseya Ewropayê nêzîkatiya ‘terorîst’ a li hember Ocalan êdî tune dibe û çalakiya wan pir serketî derbas dibe. Hosseyînî got, “Ev çalakiya ji bo azadiya Rêbertî demeke dirêj e, didome û gelê Ewropa jî Kurdan nas dike. Ên nas nakin jî tên pirs dikin. Ji ber çalakiya me rastî eleqeya Ewropayiyan tê me kêfxweş dike. Her wiha  nêzîkatiya ‘terorîst’ a li hember Kurdan û Rêbertî tune dibe.”

Zilma Îranê vedibêjin

Rojan Dîbajî ya ji Parîsê tevlî çalakiyê bûye bal kişand ser bûyerên li Rojhilata Navîn û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê. Dîbajî ku di çalakiyê de derbarê zilam dewleta Îranê de jî gel agahdar dike wiha got: “Bi hatina Ruhanî re darvekirin careke din ketin rojevê û gelek hevalên me hatin darvekirin. Her ku em dixwazin pêvajoya agirbestê biparêzin Dewleta Îranê hewl dide me provoke bike.”

Avabûna KODAR Îranê tirsand

Dîbajî di dewama axaftina xwe de got ku damezirandina  KODAR’ê dewleta Îranê kiriye nav tirsê û piştî îlana vê pergalê êrîşên Îranê zêde bûn. Dîbajî axaftina xwe wiha domand: “Li hember êrîşan di asta parastina rewa de bersiv hat dayîn û hin hevalên me gihiştin şehadetê. Wê têkoşîna me bi felsefe û perspektîfên,Rêbertî pêş bikevin. Ew armancên me tenê û tenê bi azadiya Rêbertî pêk bên.” Di nav jinên ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê de Şûşe Nergê û Kurda Taîşah ên ji Swêdê tevlî çalakiya nobetê bûne hene. Nobeta Azadiya ji bo Ocalan ku di 25’ê Hezîranê de sala xwe ya duyemîn tijî kir sala borî jî ji komeke endamên PJAK’ê tevlî bûbûn.

 ANF/STRASBOURG