Li Akademiya ‘Şehîd Muhenned’ a Perwerdeyê, duyemîn dewreya perwerdeyê ya ku 225 ciwanên Ereb ên ji herêma Şedadê beşdarî bûbûn, bi dawî bû. Dewre bi navê dewreya Şehîd ‘Ciwan Baş’, hat organîzekirin, 45 rojan dewam kir û bi merasîmekê bi dawî bû. Di merasîmê de Berdevkê hêzên QSD’ê Telal Silo, Fermandarê Buroya Têkiliyan a YPG’ê Lewend Rojava û gelek rûspiyên êlên herêma Şedadê amade bûn.
Di destpêkê de şervanên nû, merasîmeke leşkerî li dar xist. Piştre jî Endamê meclîsa leşkerî ya QSD’ê Qehreman Hesen axivî û got: “Piştî ku hêzên QSD’ê di 16’ê Sibatê de herêmên Şedadê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, gelek ciwanên herêmê tevlî nava hêzên me bûn. Tevlîbûna hejmareke ewqas mezin ji ciwanên vê herêmê ji bo tevahiya gelên Sûriyê xwedî wateyên pîroz e. Ev hêz dê karibe tevahiya Sûriyê ji çete û dijminên gelan, xelas bike.”
Di dawiya merasîman de şervanan sûnda leşkerî xwar û soza parastina axa xwe da. Şervanan paşê kêfxweşiya xwe bi gerandina govendê îfade kir. Têkoşer Sarî Mihemed (Ciwan Baş) ji herêma Til Hemîsê ye û 24’ê Adarê li herêma Şedadê jiyana xwe ji dest da.
ŞEDADÊ