RÊBAZ HESEN / ANF/SILÊMANÎ

Derya keçeke pirr ciwan e û heta biçûk e. Ew ji kel û pelên avêtî, tabloyên hunerî çêdike û dîwarên li bajarê Silêmaniyê bi rengê jiyanê dineqişîne. ew yek ji xemlên Silêmaniyê bi xwe ye.

Dema ku li ser rêyên bajarê Silêmaniyê digeriyam, çavê min bi keçekê ket ku ketibû ber boyaxkirina dîwarên bajêr û rengekî nû yê jiyanê li ser wan dîwaran diafirand. Piştî çend pirsan, diyar bû ku ev hunermenda biçûk, xwedî 700 taboloyan e.Derya Osman di nava hevalên xwe de weke Derya Art tê naskirin. Keçeke bajarê Silêmaniyê û xwendekara dibistana amadeyî ya Silêmaniyê ye. Di 11 saliya xwe de elaqeyeke mezin a Derya ji bo xêzkirin û çêkirin resman çêdibe û dibêje “heta niha 700 tablo min xêz kirine.” Wê Silêmanî hefsed caran xweşiktir kiriye.

Rengê jinê diyar e

Dema ku mirov bi çavekî cuda li wêneyên Derya dinihêre, dibîne ku zêde girîngiyê dide bi jinan, rengê jinê di nava tabloyên wê de diyar dibe. Derya wiha li pirsa ‘çima di nava tabloyan de rengê jinê zêdetir e’ vedigerîne: “Di nava civaka me de zêde girîngiyê bi azadî û hestên jinê nadin, guh nadinê. Ji ber wê, min jî xwest di nava tabloyên xwe de dengê bajêr û hestên jinan derxînim pêş.”Yek ji xalên herî balkêş ew e ku hunermenda ciwan Derya, hemû tablo û karê xwe li ser ew kaxezên ku ji bo avêtinê hatine hiştin dike û dibêje; “Armanca min ew e ku jîngehê biparêzim. Bi kel û pelên ku xelk diavêje, jîngeha Kurdistanê tê xirabkirin. Dibe ku bi van kel û pelan ez rengekî din ê ciwan bidin jîngeha welatê xwe.”

Derya dixwaze sibe û dusibe karekî berfirehtir bike. Ew dixwaze piştî ku xwendina xwe ya li dibistana amadeyî qedand, biçe koleja peymangeha hunerî bixwîne. Derya dixwaze pêşangeheke taybet veke û ji bo ciwanan got, “Hûn ciwan in û divê karên ciwan bikin.”