Li ser vê biryarê gelê Mêrdînê ji bo ku di nav gerîlayên HPG’ê û leşkerên Artêşa Tirk de pevçûn derkeve çalakiya mertalê zindî dan destpêkirin. Gel li hemberî biryara „qadên ewlehiyê“ ya ku pêr di saet 24.00’an de destpê kir, şeva xwe li Çiyayê Bagokê derbas kirin. Bi şev li gelek nokteyên çiya agir hat dadan, ji hêlekê ve stran hat xwendin ji hêlekê ve nîqaşên kûr hatin kirin. Çalakvan, derbarê armanca çalakiyê de nirxandin kirin.  Hevseroka Şaredariya Nisêbîna Mêrdînê Sara Kaya destnîşan kir ku armanca îlankirina qadên ewlehiyê ne wekî tê gotin e û wiha axivî: „Ji ber ku armanca qadên ewlehiyê operasyon in me jî ev çalakî da destpêkirin. Em wekî bijarteyên heremê, li hemberî operasyonan em hatine vê derê û emê rê nedin operasyonan.“


 MÊRDÎN