EHMED SEMÎR / ANHA / QAMIŞLO

Mîhrîcana Şanoyî ya Şehîd Yekta Herekol a 4´an a li ser dika Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, piştî 10 rojan  bi xelatdayînê bi dawî bû. Mîhrîcanê di Roja Şanoyî ya Cihanê de yanî 27´ê Adarê bi dirûşma “Dengvedana zeytûnê” bi beşdarbûna 9 komên şanoyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiribû û di 6`ê Nîsanê êvarê de bi dayîna xelatan bi dawî bû.

Koma Lîlon a Efrîniyan ku xelata baştirîn şano bi navê “Çiyayê Kurdmênc” wergirt. Ev şano li ser kiryarên artêşa Tirk a dagirker û guhertina demografîk bi destê dagirkeran û berxwedana gelê Efrînê bû.

Ebdilrehman Îbrahîm li ser hin kêmasiyên di hin şanoyan de got, “Lê cudahî di navbera şanoyên îsal û salên bihurî de baş bû.”

Ya balkêş di Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol de, deriyê nirxandinê li pêşiya beşdaran vekir û her kesî karî şanoyan binirxîne. Her wiha komên taybet ên jinan cara yekemîn di mihrîcanan de beşdar dibin, mîna Koma Kevana Zêrîn ku şanoyek li ser zehmetiyên li hember jinan nîşan da.