Wezîrê Ekolojîk, Turîzm û Şûnwaran ê rêveberiya kantona Cizîrê Luqman Ehmê derbarê mijarê de ji ANHA`ê re axivî û da zanîn ku xweza û şûnwarên herêma Cizîrê di demên dawiyê de ji aliyê komên çete ve rastî gelek xerabkirinê hatiye, lewma berpirsyariyên giran dikevin ser wezareta wan. Ehmê da zanîn ji ber ku li herêmê petrol heye, ba, av û axa herêmê jî gemar bûye. Ehmê da zanîn ku erkên wan ên sereke ew e ku şûnwarên herêmê biparêzin û ji nû ve sererast bikin, bi taybet şûnwarên ku li herêmên mîna Serêkaniyê û Tirbespiyê ku ji aliyê komên çete ve hatine xirab kirin.


‘Emê muzexaneyan vekin’

Ehmê da zanîn ku li herêmên mîna Amûdê û gelek bajarên din ên Cizîrê gelek girên dîrokî ji aliyê hin bazirgan û keysebazan ve hatine kolan û gelek berhemên dîrokî hatine dizîn û firotin. Ehmê da zanîn ku ew ên hemû berhem û heyînên dîrokî berhev bikin û bi arşîv bikin û cihên hemû berheman diyar bikin, her wiha ew ê bi alîkariya hêzên Asayîşê wan berheman biparêzin. Ehmê da zanîn ku ew ê bi alîkariya arkolg û pisporên şûnwaran li van giran lêkolînên arkolojîk pêk bînin da ku bibin herêmên turîstîk û turîstên cîhanê bêne serdana wan. Ehmê got ku ewê di demên pêş de mûzexaneyeke taybet ava bikin û berhemên dîrokê lê bicî bikin.

Herêmên ajan tên parastin

Ehmê da zanîn ku li herêmê nêçîrvanî û masîvanî bê ser û ber û ne li gorî zagonan pêk tê, ev jî bandorê li ajal, tilûr û masiyên herêmê kiriye, Ehmê got ku ewê ji bo birêxistinkirina nêçîr û masîvaniyê zagonên taybet saz bikin. Ehmê her wiha da zanîn ku ewê ji bo parastina ajal û masiyan herêmên parastî ava bikin. Ehmê da zanîn ku ewên ji bo parastina xwezayê bi wezaretên din re di nava têkiliyan de bin, ji bo parastina axa çandiniyê bi alîkariya wezareta çandiniyê cotkaran derbarê awayên bikaranîna semada Azotê de agahdar bikin.
‘Emê gel agahdar bikin’
Ehmê got ku li herêma Cizîrê  petrol heye û bûye sedema qirêjbûna ba, ax û ava herêmê û gelek nexweşiyên mîna penceşêrê jî rû dane, lewma ewê bi alîkariya wezareta enerjiyê welatiyan derbarê awayên xweparastinê de agahdar bikin, her wiha ewê bi alîkariya wezareta tenduristiyê ax û avê paqij bikin. Ehmê da zanîn ku ewê bi alîkariya şaredariyan hewil bidin ku derdorê paqij bikin û li hemû bajar, gund û malan daran biçînin. Ehmê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ewê bi hemû derfetên xwe têbikoşin ku herêma Cizîrê di demeke kin de bikin devereke ku turîstên cihanê lê turîstiyê bikin.

ANHA/QAMIŞLO