BDP, bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê wê li Amed, Stenbol, Qoser, Cizîr, Siwêreg û Geverê mitîngan li dar dixe. Di mitîngan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Xweseriya Demokratîk a Kurdên li Rojavayê Kurdistanê wê bên silavkirin û polîtîkayên AKP'ê tê bên teşhîrkirin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê jî wê mitîng di di 26'ê Tebaxê de bi slogana "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" were lidarxistin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, bang li hemû gelê Botanê kir ku tevlî mitingê bibin û wiha got: "Armanca mitîngê ya sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan pêk tê şermezar bikin gelek daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên greva birçîbûnê pêk hatin û bedel hatin dayîn. Lê li ser vê mijarê hate niha hikûmeta AKP'ê tu gav neavêtin. Ji vir û şun de emê tenê daxwaza azadiya rêberê xwe bikin. Êdî hemû kes azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Êdî divê Birêz Ocalan serbest bê berdan."

'Xweseriya Demokratîk pêk bînin'
Katar, anî ziman ku gelê Kurd zîncîrên tirsê şikandin û divê hemû derdorê bibin bersiva pêvajoyê. Katar, da zanîn ku zext û komkujiyên hikûmeta AKP'ê yê li hemberî gelê Kurd bi dawî nebûne û ji ber van polîtîkayan her roj cenaze tên. Katar, bal kişand ser guftugoyên li ser pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê û xweseriya demokratîk a Kurdên li Rojava û wiha got: "Êdî em dixwazin hewildanên wisa li Tirkiyeyê jî bibînin. Lê dewlet dixwaze zextên li hemberî mitînga BDP'ê û KCD'ê ya di 14'ê Tîrmehê de li darxist pêk anîn li hemberî mitînga Cizîrê jî pêk bîne. Armanca dewletê ew e ku mitînga Cizîrê asteng bike. Êdî emê xweseriya demokratîk bêxin jiyanê û pêk bînin. Êdî em destûrê ji faşîzma AKP'ê nagirin. Divê êdî em xwedî li rêber, gerîla, gel û vîna xwe derbikevin."
Wekîlê Şaredarê Şirnexê Faîk Saltan û Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî Uzeyîr Kilinç, jî bang li her kesî kirin ku tevlî mitîngê bibin û daxwazên xwe ye aştî û azadiyê bînin ziman.
Mitînga Sêwerekê hate qedexekirin
Di vê navberê de mitînga BDP'ê ya Sêwerekê ya bi slogana "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" hate qedexekirin. Biryara qedexeyê ya bi îmzaya alîkarê Waliyê Rihayê Ramazan Seçîlmîş hate girtin ji Rêxistina BDP'ê ya Sêwerekê re hate şandin.  Di biryarê de hate diyarkirin ku di demên dawî de gelek kes û leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Di biryarê de hate gotin ku dibe komên vê rewşê şermezar bikin bi kesên tevlî mitîngê dibin re werin hemberî hev û wê demê dibe ku bûyer pêk bên.
Di biryarê de hate gotin ku di destê wan de agahiyên ku mitîng wê bibe propagandeya PKK'ê û KCK'ê  hate gotin: "Ji ber van sedeman mitînga ku di 25'ê Tebaxê de hatiba li dar xistin hatiye qedexekirin."

 NAVENDA NÛÇEYAN