Koordînasyona Komalên Ciwan, li ser êrîşên AKP’ê yên li hemberî Bakurê Kurdistanê û berxwedana gel a li dijî van êrîşan daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk xwe li hebûna gelê Kurd jî ranagire û şer bi rêbazên herî gemar dimeşîne û wiha got: “TC hemû pîvanên şer binpê dike û bi hêrseke mezin êrîşî gelê me dike. Hikûmeta AKP’ê ya ku malên Kurdan veguherandiye odeyên mirinê yên Hîtler, komkujiyeke nû ya 38’an pêk tîne.”
Berxwedana li dijî koledariyê
Koordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir ku gelê Botanê yê li hemberî her şêwe êrîşên giran ji berxwedana xwe ya bi rûmet venagere, bi lehengiya xwe re destanê dinivîsîne û ev yek destnîşan kir:
“ Bi taybetî ciwanên Botanê yên dilsozên bi azadiyê re ne, bi berxwedana xwe re bûne hêvî û mînak ji gelên cîhanê re. Ev ciwanên leheng ên bi berxwedana xwe re makîneyên zalim û zilmê ji hev dixin, ne tenê gelê Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Geverê, her kesên têkoîna jiyaneke bi rûmet dimeşînin, diparêzin. Bi vê berxwedanê re Kurdîtiya azad tê parastin. Divê her Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Laz û Çerkez xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ev berxwedan berxwedana Kurdê li dijî koledariyê disekîne û dixwaze mîna xwe bijî. Berxwedana Botanê êdî ne berxwedana herêmekê yan jî bajarekî ye. Ev berxwedan wê bi encamên xwe re bandorê li tevahiya Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn bike.”
Divê gel biherike Cizîrê
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku sîstema faşîst a haya xwe ji encamên pêngava azadî û xwerêveberiyê heye, bi taybetî bi awayekî bêperwa êrîşî Cizîr û Silopiyayê dike û hat gotin, “Gel bi temamî hedef hatiye girtin. Berxwedana Cizîrê ku di roja 29. de ye, çeteyên faşîst ên mêtînger sekinandiye û nehiştiye ku gaveke bi tenê jî bi pêş de biavêje. Gelê me, ku li hemberî tank û topan ji rêya xwe venegeriya ye, di roja 29. de bi komkujiyeke mezin re rû bi rû hatiye. Pêwîst e bi ti awayî gelê Cizîrê bi tenê neyê hiştin û polîtîkaya komkujiyê were pûçkirin. Cizîr wê nebe Dêrsima sedsala 21’an. Ji ber ku rewşa Kurdan ne mîna ya berê ye û xwedî wê hêzê ne ku karibin xwedî li destketiyên xwe derkevin. Cizîr rûmeta Kurdan e. Pêwîste gelê Kurd bi temamî xwedî li vê rûmetê derkeve û biherike taxên berxwedanê.”
Serhedê xwedî li ciwanên xwe derkeve
Koordînasyona Komalên Ciwan bi van gotinan bi dawî bû:”Pirsîna hesabê ciwanên welatparêz ên li Wanê hatin qetilkirin û berxwedana li hemberî van komkujiyan, êdî ji bo her Kurd û mirovekî bi namûs û şeref, wezîfeyeke mecbûrî ye. Bi vê komkujiyê re dixwazin komkujiya li Geliyê Zîlan û qetilkirina 33 Kurdan li Qelqeliyê, bidomînin. Ji wê rojê heta îro, yekane tişta di vê polîtîkaya komkujiyê ya dewletê de hatiye guhertin, cudahiya çeteyên payebilind e. Polîtîka heman polîtîka ye, şexs cuda ye, lê gelê ku rastî komkujiyê tê heman gel e. Pêwîste tevahiya gelê me yê li Serhedê xwedî li ciwanên xwe derkeve, hem hesabê komkujiyên dema bihurî bipirse, hem jî xwedî li siberoja xwe derkeve.”
ANF/BEHDÎNAN