Dema li cem me behsa gundan tê kirin, her behsa rez, mêwe, tirî, mewîj, bastîq û beniyê tê kirin. Kes nîne karibe behsa gundên Torê bike û behsa rezan neke. Di van behsan de mirov tê digihêje ku erda ku destûrê nade cotkariyeke dexl a berfireh xwe li benên wan berrojkan asê nekiriye û her devera ku ax û erdeke bi kêra çandiyê were dihat bikaranîn, her dareke fêkî û her hemiyek bi rihê mirovan dihat dîtin.
Ha, li vî welati dema mewîj dihatin çêkirin ava têz jî dihat hazirkirin. Bêyî ava têz mewîj çê nabin. Ha ev ava têz di rastiyê de şiklekî asîdê ye ku mewîjan ji kîfgirtinê diparêze. Tu bi bedena mirovî de berdî wê bişewitîne. Lê ji bo mewîjên baş ava têz şert e. Ne mîna sûrên li dora bajaran, lê mîna sûr û sedên bi dest û bedenên mirovan e. Tûj û dijwar e. Ne bi wan be mekanên parastî, ewle nabin ji bo mewîjan û ne bi wan sed û sûran be civakên bi xwe ewle û mekanên wan ên ewle nabin.
Heke civakek xwe nesipêre wê hisa hevgirtin, xwefedakirina ji bo saxî û silametiya endamên xwe, ew civak ne dûr e ku di demeke kin de ji hev de bikeve. Ha ava têz a ku van civakan ji herifînê diparêze tecrûbeyên wan ên mîna asîdê tûj û dijwar in ku wan qehîm û xurt dikin li hember kîfa ku dê wan pûç bike.
Ango ne li sirtên rût ên çiyayan û ne jî li geliyên kûr distirin civak. Sûrên bilind û stûr jî wan naparêzin. Ew di tecrûbeya hevbar û bîranîna kolektîf a endamên xwe de disitirin, helbet heke bi kêra wan werin. Ji ber wê jî civak yan van tecrûbeyan çêdikin, lihev tînin, yan jî rastiya rabihuriya wan li ser wan ferz dike. Çawa ku qirkirina Cihuyan li ser Cihuyan ferzbûye, çawa ku dagirkeriya Sezar li ser Galiya ferz bûye û çawa ku Qirkirina bi destê Osmaniyan li ser Ermeniyan ferz bûye, wisa jî ji bo siberoja wan ev tecrûbe bûne star. Hinan jê jî ji berxwedanên bê hempa li dijî dorgitrinan ji xwe re kirin sed û sûr.
Lê kêm ji wan weke ya Cizîrê xurt in. Kêm ji wan xwedî evqas qehremanên bi laş û goşt in. Ji ber wê jî berxwedana Cizîrê, gotinên Mehmet Tunç ên dawî, dibe ku qismî bûyereke êşbarkirî bînin bîra me, lê ya ku herî zêde bi awayekî kolektîf tînin bîra me çend gotin in: “Me li ber we çong nedanî erdê!”
Îro her kesekî ji Cizîrê bipeyive, van gotinan dibêje. Ev ne bîlasedem e. Ev ava têz e ku li civaka me werdibe ku wê me ji kîfgirtin, jihevdeketinê biparêze. Li Sûrê jî, li Nisêbênê jî, li Hezexê jî û li Geverê jî li her devera şên a erdên Kurdistanê yê difetise dijminê gelê Kurd û Kurdistana azad e.