Endamê Partiya Komunîst li Sûriyê Îbrahîm Îsa go: "Hevpeymana civakî demokrasî û mafê mirovan di nava xwe de dihevîne. Tevahiya netew û baweriyên li herêmê, bi rengê xwe dibin xwedî mafên gerdûnî. Ev hevpeyman kesî li derve nahêle, lewre ev hevpeyman pîroz û cihê şehnaziyê ye. Di hevpeymanê de tişta herî zêde bala min kişand, misyona jinê bû. Heta roja me tu sîstem an jî dewlet weke hevpeymana civakî girîngî nedaye rista jinan a di nava civakê de, lê bi vê hevpeymanê jin dê bigihîje rola xwe ya esasî."


Hekhewî û biratî
Endamê Komîteya Peywendiyên Dîplomatîk a TEV- DEM’ê Dr. Ebdulkerîm Umer jî anî ziman ku xebata herî girîng a rêveberiyê hevpeymana civakî bû, ji ber ku bi daxwaz, reng û baweriyên hemû niştecihên herême pêk hat. Umer wiha got: "Bi taybetî Kantona Cizîrê ji aliyê netew, baweriyên olî û çandê ve gelekî dewlemend e û bi hevpeymana civakî wê demokrasî, wekhevî û biratiya gelan ji nû ve zindî bibe. Li ser hîmê hevpeymana civakî wê Kantona Cizîrê bibe baxçeyê gelan.Bi hezaran salay e civak ji aliyê hêzên desthilat ve tê perçekirin û dijminatî hatiye xurtkirin. Wekheviya ku di hevpeymanê de ji bo jin di qadên siyasî, aborî û civakî de hatiyê destnîşan kirin asta azadî û wekheviya di hevpeymana civakî de destnîşan dike."

Girîngiya ji bo jinê

Seroka Însatîfa Jinên Sûriyê Siyam Dawid jî anî ziman ku piştî demek dirêj a dîrokî cara yekeme ku gelê herêmê bi îradeya xwe, bi riya hevpeymana civakî li ser esasê demokrasî, wekhevî û edaletê biryara xwe didin. 

QAMIŞLO