Dawiya hefteyê rêûresmeke xelatdayînê ya balkêş li Berlînê hat lidarxistin. Di rêûresma xelatdayînê de pirrnaiya wan jin bi sedan kes amade bûn, bi dehan nûnerên saziyên têkoşîna mafên jinan, dezgeh û rêxistinên mafên mirovan û partiyên siyasî jî hebûn. Di piraniya axaftinan de navên du jinan li ser zimanî bû: Clara Zetkîn û Feleknas Uca. Hizir bikin, di navberê de bi qasî sedsalekê dem derbas bûye. Di dema ku li welatê Emerîka li bajarê New Yorkê jin ji bo mafên xwe yên ked û azadiyê li qada têkoşînê bûn dîrokê rûpela xwe ya 8´ê Adara sala 1857´an dinivîsand. Di encama tevkujiya hovane ya li dijî karkeran de 129 jinên karker dihatin qetilkirin. Wê rojê, bedenên jinên karker di bin axê de dihatin veşartin, lê doz û têkoşîna wan bi destê jina bi navê Clara Zetkîn wek rojeke destnîşankirî da ku ti carî neyê jibîrkirin, ji jinan û ji tevahiya mirovahiyê re dihat diyarîkirin.
Helbet Clara jî ne jineke ji rêzê bû. Di sala 1857’an de li Saksonyaya Elmanyayê hatibû dinê. Clara mamoste bû, piştî salên 1874’an navê wê bi koma jinên têkoşer ên navdar ên wê demê re li ser zimanan bû. Ew komunîst bû, têkoşera mafên jinan, mafên karkeran û yên civakê bû. Di encama şewitandina parlamentoya Elmanyayê de ji aliyê Adolf Hîtler ve ji Elmanya hat sirgûnkirin û temenê xwe yê mayî li sirgûniyê derbas kir. Di 20 ê Hezîrana sala 1933’yan de di encama krîza dilî de li Moskowê koça dawiyê kir.
Clara Zetkîn li dû xwe jiyaneke tijî şer û têkoşînê hişt. Ev gotinên wê yên navdar yên wek “Dixwazim li her cihê jiyan lê heyî şer bikim û azadiya jinê wek azadiya tevahiya mirovahiyê encax bi rizgariya kedê ya ji bin nîrê sermayedariyê ve pêkan e” mîrate ji têkoşeran re man. Bêguman kes û kesayet diçin lê dîroka nîvîskar a herî kevin û bêrawestan karê xwe didomîne. Vêca li welatê bi navê Kurdistanê jina bi navê Feleknas Uca ji devera Êzîdxanê tevli karvanê têkoşeran dibe. Uca keça di encama bi sedan ferman û komkujiyan de belkî jî bi tesadufî li jiyanê mayî ye. Feleka ku ji bav û kalan, dê û dapîran fêrî zimanê felekê bûyî jî li xerîbistanê di 17’ê Îlona sala 1976´an de li bajarê Celle yê Saksonyaya Jêrîn hatibû dinê. Di encama guhdarîkirina çîrok û serpêhatiyên qirkirina hovane ya gelê xwe de dil berdida qada siyasetê û hîn di temenê ciwan de dibû endama Parlamentoya Ewrûpayê. Felek li wir ne bi tenê têkoşîna Kurd, Kurdistan û ya Êzîdxanê dikir, di heman demê de li Filistîn, Bosna, Efrîka û li her deverê zalim lê heyîn li cem bindestan cihê xwe digirt. Banga Clara, Rosa û jinên din jê re jî dibû rêgez, dida dû hevrêyên xwe, dida dû dilê xwe.
Piştre berê xwe dida welatê xwe û di parlamentoya kolonyalîstan de doza mafê gelê xwe dikir. Ew der ne Ewrûpa bû, li ser sifra gurên devbixwîn doza pariyê mafê pîroz dihat kirin. Gava wêneyê wê yê li hemberê çeteyekî Tirk xwe ji jinekê re sîperkirî di çapemeniya cîhanê de belav dibû, hevrêyên wê yên Ewrûpî digotin: Felekê em tika dikin, vegere! Lê wê digot: Min kefenê xwe li xwe kir û ez çûm Kurdistanê, li cihê ku ev agir li ser gelê min be, ez çawa vegerim? Di encama vê keda demdirêj û helwêsta lehengî de Feleka Kurd dibû hevrêya Clara Zetkîn. Xelata 7’an a Zetkînê di encama dengdayîna bi dehan komele û bi sedan kesî de didan Felekê.
Wê şevê li Berlînê şahî û kêfxweşî hebû, lê mixabin destpêyên dijminan yên navê Kurd li xwe kirîn, dîsa dibûn sedemê xemgîniyê. Ev li stûyê me deyn e, divê em vêna jî bibêjin. Gava Felekê bi cilûbergên Kurdî derket ser dikê, di dilê wê de jana dijwar a xayîntiya li Şingalê hatî kirin û li ser rûyê wê bişîrîna serketinê hebû. Gotina wê ya dawiyê ev bû: Ez vê xelatê diyarî jinên li dijî DAIŞ´ê şer dikin û diyarî gelê Kurdistanê dikim.