Clînton lîgel Wezîrê Parastinê Leon Panetta beşdarî panela di Zanîngeha Parastina Netewî bûn. Clînton li vir bersiv da pirsên derbarê Sûriyeyê de û diyar kir banga Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê kiribû û xwest êrişên li ser gelê xwe bi dawî bike, hêzên leşkerî ji bajaran vebikişîne, bandorek li ser rejîma Esad dike û li ser vê yekê dixebite.
Cliton ragihand ku divê welatên din jî beşdarî vê helwesta Tirkiyeyê bibin û zêdetir danekirinan li hemberî Tikiriyeyê pêk bînin.
Projeyên parastinê hatin rawestandin
Piştî ku Tirkiyeyê bi hewldanên Amerîkayê rêveberiya Şamê hişyar kir, peymanên leşkerî û parastinî yên di navbera her du welatan de hatibûn morkirin, hatin rawestandin. Her wiha hevdîtinên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de yên div ê derbarê de heta demeke nediyar hatin taloqkirin.
Hat zanîn ku projeyên firotina 100 hezar bêtêl û botên ewlehiya peravan a ji bo Sûriyeyê, ji ber rageşiya vê dawiyê ya di navbera her du welatan de hatin rawestandin.
Duwemîn Serfermandarê Artêşa Tirk Aslan Guner di meha berfanbara 2010 de çûbû Şamê û di serdana sê rojan de gelek peymanên parastina leşkerî bû rêveberiya Şamê re mor kiribû. Her wiha hatibû plankirin ku rayedarên Artêşa Sûriyeyê bêne serdana Fermandariya Dibistana Cenga Bejahî û Akademiyên Cengan (herb). Lê ji ber van hewldanên dawiyê yên Tirkiyeyê ev serdan jî hate betalkirin.
Tirkiyeyê jî dixwest di warê pîşesaziya parastinê de nihek botên ewlehiya peravan û hin berhemên Saziya Pîşesazî ya Makîneyên Kîmyewî bifiroşe Sûriyeyê. Lê ji ber van pêşketinên dawiyê, wê ev proje jî weke ya parastina leşkerî were rawestandin.
WASHINGTON/ENQERE