
Colemêrg di dîrokê de bûye derguşa gelek bawerî û gelan, lê belê îro nirxên wê yên dîrokî yên dînî bi tunebûnê re rû bi rû ne. Li Colemêrga ku beriya bi sed salan tê de Asûr, Ermen û gelek bawerî û gelên cuda diman, bi sedan cihên dîrokî hene. Hema hema mirov dikare li her gundê rastî dêrek an jî mekanekî dîrokî were. Her çiqasî navên van dêran di nav demê de winda bûbin jî çend ji wan hê jî manewiyata wan mezin e. Mixabin ev cihên dîrokî ku bi tunebûnê re rû bi rû ne, bala tu saziyên fermî nakişîne. Li tevahiya navçe û navenda Colemêrgê qederê 150 dêrên qedîm hene. Lê belê ji van tenê 10 an 15 li ser piyan mane.
Mekanên baweriyan winda dibin
Dêra bi navê Mar Şhalita ya li gundê Koçanis û Dêzê, manastira bi navê Mar Abdişo ya li Talê, dêra Kerpîl a li navçeya Geverê, Dêra Reş a li navçeya Şemzînanê jî di nav van cihan de ne. Bi taybetî Mar Şhalîta ya li Koçanisê ji bo asûriyan xwedî wateyeke cuda ye û gelek bi qedr û qîmet e. Çawa ku Laleşa pîroz ji bo Êzîdiyan, Kabe ji bo Misilmanan girîng be Mar Şhalîta jî ji bo asûriyan ew qasî girîng e. Manastira Mar Abdîşo jî li gorî gotinan di heman wateyê de ye û weke cihê “hecê” tê dîtin. Lê belê ji bilî hin hewldanan ev dêrên girîng jî kavil dibin û tên wêrankirin.
Dêr bûn cihên gomê û kîlerê
Sedema herî mezin a kavilbûna van cihan jî ew kes in ku li xizneyan digerin. Jicber xiznegeran hemû cih û derûdorên dîrokî hatine kolandin. Di nav dêran de kortikên mezin vekirî ne. Kevirên ku li ser hin nîşanên olî hene jî ji aliyê van kesan ve hatine dizîn. Heke di demeke kurt de pêşi li van neyê girtin dê piştî demekê tune bibin. Ne tenê kesên li xizneyan digerin, hin dêr hene ku êdî weke goma gundiyan tên bikaranîn. Bi taybetî dêrên li gundên ser bi Colemêrgê, ev tê dîtin. Hin xelkê gundan pez û dewarên xwe di dêran de xwedî dikin. Bi vê ve girêdayî hin dêr jî bûne cihê kîlerê û pê ve ode hatine çêkirin.
Ji bo restorekirina van cihan jî heta niha tu hewldan çênebûye.Tu saziyê jî der barê pêşeroja dêr û manastiran de xwe berpirs nabîne û ji bo ku vê dîrokê biparêzin, tedbîrên pêwîst bigirin da ku wê bigihînin siberojê, nakevin nava hewldanekê. Hin cih her çiqasî ji aliyê Wezareta Çandî ya Tirkiyeyê ve hatibin tescîlkirin jî, ev kar ji tescîlkirinê wêdetir neçûye. Wêranbûna van bermahiyên gotina pêşiyan a dibêje ´bê xwedî nabe´ tîne bîra mirovan.
GOKHAN ALTAY / DÎHA / COLEMÊRG