Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand.


5 leşker hatin kuştin

Di daxuyaniya HPG’ê de ev hatin parvekirin;

“28’ê Tebaxê hêzên me li dijî nîzamiyeya Çemê Kurkê ya girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê çalakî li dar xistin. Li vi 2 çawîşên pispor ên bi giranî birîndarbûyî piştre mirine. Her wiha me dabû xuyakirin ku li vir gerîlayekî me dîl hatibû girtin; navê gerîlayê me yê esîr hatiye girtin Avaşîn Gabar (Saîme Avşîn) e.

Heman rojê li girê Xêro yê li qada Şemzînan a Colemêrgê hêzên me çalakiyên sûîqestê li dar xistin û li vir 3 leşker kuştin.

29’ê Tebaxê saet 10.00’an hêzên me bi çekên giran li helîkoptera Skorsky dane ku hewl dida li girê Ronahî ya li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê leşker deyne û ew derb kirin. 

29’ê Tebaxê saet 23.50’an hêzên me yên YJA Starê li dijî stasyona bazê ya Turkcellê ya ku li gundê Dêr ê girêdayî Elbakê ye çalakiya sabotajê li dar xistine û ev stasyon îmha kirine.

29’ê Tebaxê saet 12.30-14.30’an balafirên artêşa TC ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê gundên Siyanê û Gundê Ramo yên girêdayî qada Garê û qada Navîn bombe kirine. Di encama bomberdûmanê de li qadê şewatê xwe daye der.”



 ANF/BEHDÎNAN  






YPS: Du wesayitên zirxî hatin derbkirin

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ragihand ku endamên wan li Taxên Xaçort û Karşiyaka ya girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê ji 3 aliyan ve li çeteyên Qesrê xistine. Di çalakiyê de wesayîtekî zirxî ya Ejder û wesayîtekî zirxî ya Kobra hatin derbkirin.

Koordînasyona YPS’ê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Li Wanê, di 29’ê Tebaxê de di saet 01:00’ê şevê li Taxa Suphan a navçeya Îpekyolûyê çeteyên operasyonek lidar xistine. Di navbera yekîneyên me û çeteyên Qeserê de şer derketiye, di şerê li vir de 2 hevriyên me şehîd ketine.

29’ê Tebaxê li taxên Xaçort û Karşiyaka ya navçeya Îpekyolû di navbera yekîneyên me û POH’ên ku di saet 21:30’an de bi alîkariya desteka keşif û êrîşên hewayî operasyonek dabûn destpêkirin de şer di saet 22:00’an de derket.Yekîneyên me ji 3 aliyan de bi çekên ferdî û navîn çalakî lidar xistin, di çalakiyê de wesayîteke ya bi tîpa Ejder û Kobra hatin derbkirin.  Li ser rêya Gever-Wergenima yekîneyên me yên YPS/YPS-JIN’ê çalakiya rê kontrol kirinê pêk anîn. Kamyona ku ji bo qereqola Wergenima ezraq dibir   kamyon hate şewitandin.”


 ANF/BEHDÎNAN