Li Colemêrg û navçeyên wê bi armanca protestokirina astengiyên li pêşiya "perwerdeya bi zimanê dayikê" ji boykota dibistanan re piştgiriyeke mezin çebû. Li bajêr û navçeyên Colemêrgê ku dibistan ji ber boykotê bi temamî vala man, hemwelatiyan got ku boykot biryareke di cih de ye û wê destûr nedin kes mafê gelê Kurd asteng bike.

Bi armanca protestokirina astengiyên li pêşiya mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ku biryara hefteyekê boykotkirina dibistanan hat dayîn yek ji bajarên ku bi tevlibûneke mezin piştgirî da Colemêrgê bû. Li bajêr piştgiriya ji boykotê re ku ji sedî 90 bû, tevayî dibistan bi qasî hefteyekê vala man. Piştgiriya herî mezin a ji vê boykotê re jî ji weliyên xwendekaran hat. Hemwelatiyê bi navê Erhan Koç diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya xwendekaran û wiha axivî: "Me bi zimanê dayika xwe nexwend. Hema bila ew bixwînin. Boykot bi tevlibûneke baş derbas bû. Ez dibêjim pêwîst e heta bigihêje armanca xwe divê boykot berdewam bike."

Yekane çareserî xwedîderketina ziman e'

Hamdî Yildiz ê li Çelê dimîne jî anî ziman ku boykot baş derbas bûye û ev tişt anî ziman: "Ji Şemzînan heta Colemêrgê û Çelê boykota dibistanan bi tevlibûneke baş derbas bû. Em zimanê xwe dixwazin. Ji ber vê boykotê ez xwendekaran pîroz dikim Divê em li dîrok û zimanê xwe xwedî derkevin." Hemwelatiyê bi navê Huseyîn Tekîn jî got, "Dewletê heta îro tiştek ji bo me nekir. Yekane çareserî xwedîderketina li ziman e. Divê em lê xwedî derkevin."
Naîf Kayacan jî da xuyakirin ku li Colemêrgê hişmendiyeke pir baş derketiye holê û wiha berdewam kir: "Ev boykot ji pêvajoyê re jî baş bû. Her sibe bi zarokên me sirûda, 'Em Tirk im rast im…' didin xwendin. Ma dikarin vê bi îngilîziyekî ku li Tirkiyeyê xwendekar e bidin xwendin? Na. Lê belê bi zarokên Kurdan didin xwendin. Eger hûn vê li ser ma ferz bikin wê sibe yek jî bejê, 'Ez Kurd im, rast im.'"

Em zimanê xwe ji kesî pars nakin

Hevserokê KURDÎ-DER’a Colemêrgê Vasfî Ak da xuyakirin ku li Colemêrgê boykot gihiştiye armanca ku tê xwestin, nêzî ji sedî sed beşdarî çêbûye û di mijarê de para dayik û bavên xwendekaran pir e. Ak axaftina xwe dewam kir: "Zimanê me mîna çermê laşê me ye. Ma mirov bê çerm dikare bijî? Ma mirov bê nefes dikare bijî? Ji vir banga me ji bo gelê me ev e, em zimanê xwe ji kesî pars nakin. Werin em zimanê xwe yê dayikê bikin zimanê rojane û biparêzin." Ak her wiha ji ber boykotê dayik û bavên xwendekaran spas kir.  Seroka KURDÎ-DER’a Geverê Arîfe Kutlar jî anî ziman ku li Geverê hema hema bi temamî gel beşdarî boykotê bûye û vê sîstem tirsandiye. Kutlar di dewama axaftina xwe de got ku dewletê tehemmul nekiriye ew li pêşiya Dibistana Cumhuriyetê bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê nîv saetê perwerdeyê bidin û bi maşîneyên zirxî mudaxeleyî wan kirine. Kutlar di dewama axaftina xwe de ev xal nîşan da, "Bi boykotê re me ji hikûmeta AKP'ê re nîşan da wê di perwerdeya zimanê dayikê de tawîz neyê dayîn. Di hefteyekê de di çarçoveya xebatên perwerdeya bi zimanê dayikê de me 23 hezar îmze kom kirin û radestî Midûriyeta Perwedeya Millî hatiye kirin. Boykota dibistanan pêk hatiye, perwerdeya sembolîk hatiye dayîn û daxwaz bi fermî ji raya giştî re hatiye pêşkêşkirin."
Niştecihên navçeyê yên boykota li Geverê nirxandin diyar kirin ku ew dixwazin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Yek ji niştecihê Geverê Îlhan Yaşar got, "Heke Kurdî nebe ji bo me jî dibistan nîn e. Em naxwazin her roj sirûda 'Andimiz' bi me bidin xwendin û me mecbûrî xwendina Tirkî bikin." Husamettîn Çelîk ê got, "Zimanê me hebûna me ye" wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bila Erdogan baş zanibe; min biryar girt neçim dibistanê. Kengî perwerdeya bi zimanê dayikê bê qebûlkirin ez ê wê demê biçim."
Firat Tekîn jî têkildarî mijarê ku nêrînên xwe anîn ziman wiha axivî: "Sedema em naçin dibistanê ev e ku em bi zimanê dayika xwe perwerdeyê nabînin. Em dixwazin di dibistanên xwe de bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin. Lewma me dibistan hefteyekê boykot kirin. Waneyên ku zarokên Tirkan bi Tirkî dibînin em dixwazin bi Kurdî bibînin."

Şemzînanê ji sedî 99 boykot kir

Serokê KURDÎ-DER Şaxa Şemzînanê Hamza Arslan jî anî ziman ku piştgiriya ji boykotê re li Şemzînanê ji sedî 99 e û wiha got, "Yanî êdî tu kes nikare Kurdan bixapîne. Hikûmet dibêje 'Perwerdeya bi zimanê dayikê nîn e. Eger di pakêta we de perwerdeya bi zimanê dayikê nîn be, ma ev çawa pakêteke demokrasiyê ye. Biryara boykota dibistanan a BDP'ê û KCD'ê ya ji bo 'Perwerdeya bi zimanê dayikê' di cihê xwe de ye."
Xwendekarê bi navê Orhan Bay ê li Lîseya Şemzînan dixwîne diyar kir ku biryara boykotê rast e û got, "Em bi zimanê xwe perwerdeyê nabînin. Lewma timî em wer hîs dikin ku tiştek ji me kêm e. Ez diçim lîseyê pola 2. Bi Tirkî, îngîlîzî û erebî perwerde heye, lê bi Kurdî nîn e. Em di xweîfadekirinê de zehmetiyan dikişînin. Em dixwazin bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn. Em biryara ku Kurdî wek waneya vebijêrkî bê dayîn qebûl nakin."

DÎHA/COLEMÊRG  




Li Hezexê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî

Li Navçeya Hezexê ya Mêrdînê bi daxwaza "Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" 4 hezar û 600 daxwazname hatin komkirin. Daxwazname radestî Midûrê Perwerdehiyê hatin kirin.  Li Navçeya Hezexê ya Mêrdînê di pêşengiya KURDİ-DER, Nûnertiya Egîtîm Sen û Rêxistina BDP'e ya Hezexê de bi daxwaza "Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" 4 hezar û 600 îmze hatin komkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Hezexê Ekrem Şavli, berî daxwaznameyan radestî Midûriyeta Perwerdehiyê bike daxuyanî da û diyar kir ku ji bo daxwazên xwe binin ziman dê van îmzeyan radestî Midûrê Perwerdehiya Navçeyê bikin. Piştî daxuyaniyê daxwazname radestî Midûrê Perwerdehiyê yê Hezexê Adnan Gezer kirin.

ŞIRNEX