Hunermenda Kurd Çopi Fetah, li dijî helwesta TRT6 bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku her çend zimanê wê Kurdî be ji ya hikûmetê ye û ne ya Kurdan e. Çopî, di hevpeyvîneke kovara Sivîl a başûrê Kurdistanê de, helwesta xweya li hemberîe TRT6'ê bi van gotinan anî ziman: "Bila her kes zanibe ku TRT6 ji alyê hikumeta Tirkiyê ve tê birêvebirin. Ew her çend bi zimanê dayika me weşanê bike jî hikûmetê zimanê dayika me qedexe kiriye. Li Tirkiyeyê xwuşk û brayên min li Kurdistanê bindestî Tirkîye ne. Nikarin cilên Kurdî li xwe bikin. Nikarin bi zimanê xwe serbest bi axivin."
Çopî da zanîn ku tu carî rê nade qanala TRT6 ku vîdyo klîp û berhemên wê çap bike û biweşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "TRT6 çend caran ji min xwest ku ez tev li bernameyên wan bibin. Ji min xwest ez bi wan re bernameyekê çêkim. Lê min ev yek qebûl nekir. Ez tu carî jî qebûl nakim. Niha zêdeyîe 20 qanalên me yên Kurdî hene û Qenala TRT6 qebûl nakim. 

DÎHA/DUHOK