SAARBRUCKEN: Kurd û dostên Kurdan ên li bajarê Saarbrucken a Almanyayê hatin cem hev ji bo kesên di berxwedana Kobanê û şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û li gel muzîka serketina Kobanê pîroz kirin. 

FREIBURG: Li bajarê Freîburgê Kurd û dostên Kurdan li Rathausplatz saet, 18.00’an civiyan. Endamên Partiya Çep Dîe Lînke ya Elman jî tevlî pîrozbahiyê bûn û govend gerandin.    

MANNHEIM: Li Mannheîmê jî li Qada Parada pîrozbahî pêk hat. Gelek rêxistinên çep ên Tirk jî piştgirî dan pîrozbahiyê. Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim, bi rêya telefonê beşdar bû. 

GIESSEN: Li bajarê Gîessen ê Almanyayê  li Navenda Çanda Mezopotamyayê hatin cem hev azadiya Kobanê pîroz kirin. Şeva ku nêzî 200 kes tevlî bûn heta derengiya şevê berdewam kir. 

MARBURG: Kurdistaniyên li bajarê Marburgê yê Almanyayê dijîn daketin qada Rudolphsplatz a navenda bajar û bi govend û fîşekên hewayî serketina Kobanê pîroz kirin.  

FRANKFURT: Serketina Kobanê li Frankfurtê hate pîrozkirin.  Girseyê li gel stranên Koma Nûdem govend gerand, piştre konvoy ava kirin û  tûrek bajar 15 kîlometreyî pêk anîn. Elmanan eleqeyek mezin nîşanî pîrozbahiyê da.

DORTMUND: Kurdên li bajarê Dortmund ê Almanyayê dijîn daketin kolanan û serketina Kobanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de alên YPG/YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û bê navber dirûşmên dilsoziya bi berxwedana Kobanê re qîriyan.

 HANNOVER: Pîrozbahiyên ku ji pêr êvarê ve li bajarê Hannover ê Almanyayê destpê kirin, berdewam dikin. Di pîrozbahiyên bi pêşengiya ciwanan pêk hat de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD û YPG/YPJ û TEV-DEM’ê hatin hilgirtin.

BOREAUX: Li Bordeaux a Fransayê  jî Kurdan serkeftina Kobanê pîroz kirin. Kurdan ji sê milî bi konvoyê li navenda bajar kom bûn. Posterên  Ocalan  vekirin û dirûşmên, ‘Bijî berxwedana Kobanê’ berz kirin. 

MONTPELLİER: Kurdên li Montpellîer a Fransayê dijîn serketina Kobanê pîroz kirin. Pîrozbahî li Palacela Comedie pek hat. Girseyê alên YPG, YPJ, KCK û PKK’ê hildan.
 

LIEGE, BRUKSEL, ANVERS: Kurdên li bajarê Lîege, Bruksel û Anvers ên Belçîkayê dijîn, serketina Kobanê bi pêşengiya jin û ciwanan pîroz kirin. Li bajarê Lîege ciwanan posterên Ocalan û alên YPG û YPJ’ê hildan û bê navber dirûşm berz kirin. 

OSLO: Li paytexta Oslo ya Norwecê li Komeleya Çanda Kurdistanê pîrozbahî hat kirin. Girseyê govend gerand, nûnerê KCD’ê yê Norwecê Naîm Acar axivî û berxwedana Kobanê silav kir.

KOPENHAG: Li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê Kurd û dostên Kurdan, li ber Navenda Çanda Kurd hatin cem hev û serketina Kobanê pîroz kirin.  

BIEL: Li bajarê Bîel bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd li Zentralplatz  di saetên êvarê de nêzî 200 kes hatin cem hev û azadiya Kobanê pîroz kirin.  Piştî axaftinan li gel stranan govend hat gerandin. 

BASEL: Li Baselê jî di saetên êvarê de Kurd li Marktplaz hatin cem hev.  Li gel hewaya sar nêzî 1500 hezar kesî azadiya Kobanê bi coşek mezin pîroz kir. Di axaftinên hatin kirin de girseyê li gel muzîka komên herêmî heta derengiya şevê govend gerandin. 

BERN: Li bajarê Bernê jî bi heman armancê bernameyek hat organîzekirin. Nêzî 200 ku li Waynhausplazê hatin cem hev li gel def û zurneyê govend gerandin. Swîsreyiyan jî piştgirî dan çalakiyê.

CENEVRE: Li Cenevreyê jî Kurd û dostên Kurdan bi yek dengî bi dirûşman silav şandin.  Bername bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê pêk hat û Kurdan bi reng û alênxwe li Plaînpalaîs hatin cem hev. 

FRIBOURG: Li bajarê Frîbourg jî pîrozbahiyek pêk hat û  nêzî 200 kes li Pîttonplatz hatin cem hev. Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku azadiya Kobanê bi berxwedana kesên jiyana xwe ji dest dane pêk hatiye. Bernameyê heta derengiya şevê berdewam kir û li gel muzîkê govend hat gerandin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN