Ji bo 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şandek ji Kongreya Star çû serdana navendên YPJ/YPG`ê û hêzên Asayîşê yên li gundê Eyn Dîwer, bajarê Serêkaniyê û Dêrikê.Şandeya Kongreya Star ji aliyê fermandara YPJ`ê Têkoşîn Bêrîtan ve hat pêşwazîkirin.Şanda Kongreya Star wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî şervanên YPJ`ê kir.
Şandeyê roja 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û jinan têkoşer ku di eniyên şer de li dijî komên terorîst şer dikin, pîroz kir.
Li ser navê fermandariya YPJ`ê Têkoşîn Bêrîtan peyivî û got; ”Têkoşîna jinan di şoreşa Rojava de nameyek ji tevahî jinên azadîxwaz re ye, jinên ku baweriya wan bi firk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê.”
Ji rêveberên Kongreya Star Zilfa Mihemed jî 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû têkoşerên ku ji bo parastina destketiyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dikoşin, pîroz kir û got:.Jinan bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji qeydên ku ji aliyê civakê li ser tên ferzkirin, rizgar kir.
Berdevka Kongreya Star a kantona Hesekê Jiyan Îbrahîm jî 8`ê Adarê li tevahî jinên ku ji bo bidestxistina azadiya xwe tê dikoşin, pîroz kir.
ANHA/QAMIŞLO