Coşa cejna vejînê


Di pîrozbahiyan de bi hezaran kesan posterên Ocalan, yê pêşengên PKK’ê, alên PKK, HPG û KCK’ê û pankartên ku salvegera PKK’ê pîroz dikin vekirin. Di pîrozbahiyan de rêveberên BDP, HDP, Meclisa Ciwanan û Jinan, xebatkar û hunermendên NÇM’ê, Dayiken Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî gelek kes amade bûn.. Di hemû şahiyan de endam û rêveberen BDP’ê li ser girîngî û wateya rojê axaftin kirin û biryara têkoşînê anîn ziman. Di şahiyan de agir hat pêxistin û li ber muzîkê yên komên NÇM’ê û hunermendên kurd heta derengê şevê govend hat gerandin. Di şahiyê de fîşekên hewayî hatin avêtin û govend fireh geriya.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Rojava pîrozbahî
Li bajarên Rojava bi munasebate 35’emîn salvegera damezirandina PKK’ê şahî hatin lidarxistin.
TIRBESPIYÊ: Saziya Çand û Hunerê ya bajarê Tirbespiyê bi beşdarbûna sedan kesî li avahiya naveda çandê şahî lidar xist.
HELEB: Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger şahîyek lidar xist. Şahî bi tevlîbûna sedan ciwanan bi rêzgirtinê destpê kir.
DIRBÊSIYÊ: Li Dirbêsiyê jî bi sedan kes tevlî şahiya ku ji aliyê Saziyên sivîl ên bajêr hatibûn orgenîzekirin bûn. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Di şahiyê de Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Partiya Çep a Kurd, YPD, TEV-DEM û YPG’ê ji hatin vekirin.
DÊRIK: Li bajarê Dêrikê bi sedan kes li ber navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer hatin cem hev û şahî lidar xistin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şorşger axaftin hatin kirin.
KOBANÊ: Li Kobanê jî bi sedan kes tevli şahiya ku li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hat lidarxistin bûn. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir.
AMÛDÊ: Li bajarê Amûdê jî bi sedan kes tevll şahiya ku ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ve hatibû orgenîzekirin bûn. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Di şahiyê de Posterên Ocalan hat vekirin.
SERÊKANIYÊ: Li bajarê Serêkaniyê şervanên YPG/YPJ’ê yên li gundên Til Xenzîr û Xirbet Benat şahî lidarxistin. Şervanên YPG/YPJ’ê stran gotin û govend gerandin her wiha şêranî li gundiyan belav kirin.
EFRÎN: Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeyên Şêrawa û Cindêrisê yên Efrînê şahî û meş lidar xistin. Li Cindêrisê ciwanan meşek li darxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Şengalê civîna 27’ê Mijdarê
Di pêşengiya Tevgera Demokratîk û Azad a Êzîdiyan (TEVDA) de 35’emîn Salvegera Damezirandin PKK’ê li Şengalê bi civînekê hate pîroz kirin..Di pîrozbahiya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir de Serokê TEVDA’yê Seîd Hesen li ser wate û girîngiya rojê axivî. Hesen diyar kir ku, wek kurdên êzîdî di nav hêviya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne û wiha got: “PKK wê ji bo gelê Kurd destketiyên mezin bîne.” Piştî axaftinan hunermend Elî Derbas, Feqîr Huseyn, Feqîr Sebrî, Biro Berkat stran gotin. Di pîrozbahiyê de ku helbest jî hatin xwendin, bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
ŞENGAL
Li Tambovê şahî
35. salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Tambov ê Rûsyayê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Şahiya ku li hola Dostanî ya Mala Gelan pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û dûre li ser dîroka PKK’ê slaytek hat nîşandan. Piştî slaytê yek endamê KNK’e û Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cemal Şamoyev axaftinek kir. Şamoyev di axaftina xwe de got, “Li vir destpêkê em 27’ê Mijdarê li Rêber Apo, gelê me yên leheng ê di rêya wî de dimeşe pîroz dikin. Eger em îro ji bo Rojava qala hinek destketiyên Kurdan dikin, ev yek bi saya PKK û xebata bi salan a vê şoreşê ye. Divê her kes vê yekê baş bizanibe.” Li dû axaftinan hunermend û komên folklorê derketin ser dikê û reng dan şevê. Şahî bi stranên Koma Çarnewa bi gerandina dîlan û sloganan bi dawî bû.
TAMBOV
Li Helsînkî şahiya salvegera PKK’ê
35. salvegera damezrandina PKKê li paytexta Helsîkî ya Fînlandiyayê jî hat pîrozkirin. Bi sedan kurdistanî tevlî şahiyê bûn. Serokê meclîsa gel ya Fînlandiyayê Cîhan Garzan axaftinek kir û salvegera damezrandina PKKê li gelê Kurd û tevahiya gelên li herêmê pîrozkir. Garzan di axaftina xwe de şoreşa li Rojava jî silav kir û got, li wê derê gelê Kurd tekoşîna xwe ya azadiyê dimeşîne. Li ser navê PJAKê axaftin hat kirin. Di şahiya ku bi gerandina govendê dewam kir de zaroka 7 salî Zagros Yagmur pasteya ku li malê amade kiribû di şahiyê de ji bo zarokên li Rojava firot. Di şahiyê de li gel hunermendên xwecî Dilşad, Nuarin û Murat Kuçukavci jî derketin ser dîkê.
HELSINKÎ
PKK’ê civak ji nû ve ava kir
Li binarê Qendîlê 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê 27’ê Mijdarê bi coşek mezin bi beşdarbûna xelkê ji Ranya, Qelediz, Diyana û Çomanê hatî hate pîroz kirin. Pîrozbahiya li nêzî gundê Bukrîskan pêk hat, ji aliyê PÇDK ve hat lidarxistin. Pêşî Sirûda Ey Reqîb ji aliyê Koma Solîn ya zarokan ya binarê Qendîlê ve hat xwendin. Piştî rêz girtinê, ji aliyê malbatên şehîdan ve agirê cejina vejînê ya 27’ê Mijdarê hate dadan. Di şahiya cejina vejînê de hestên netewî û peyamên siyasî hatin dayîn. Li ser navê PÇDK Azad Mihemed axaftinek kir û got; “Ne ji xwîna şehîdan ba belkî me ev roj nedîtibana”. Piştî peyamaan, koma muzîkê ya bajarê Ranya tevî hozanê herêmî Darewan Caf derket ser dikê û stran gotin.
QENDÎL
