Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Koln û derdora wê dijîn, meşa azadiyê ya bi pêngava 15’ê Tebaxa sala 1984’an de destpê kir re, silav kirin. Çalakî li ber Dêra Domê ya Dîrokî pêk hat û Elmanan û tûrîstan eleqeyeke mezin nîşan dan.  MLKP, AGÎF, PJAK, Alinterî, ADHK û Meclîsa Jinan a Viyan pitgirî dan çalakiyê.

Li Bonnê jî bi meş û mîtîngekê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.Meşa ji Frankenbadê destpê kir li Munster Platzê bi dawî bû û li vir mîtîngek hat lidarxistin. b

15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarên Fransa Creîl, Montpellîer, Marsîlya, Parîs  û Bordeaûxê hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya li Montpellîerê li gundê Cresê pêk hat.  Li Marsîlyayê jî di çarçoveya pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê de piştî meşa meşaleyî jî Navenda Civaka Demokratîk û Meclîsa Gel a Marîgnanne pîknîka gel organîze kirin. Li bajarê Creîlê bi meşeke bi meşaleyan hat pîrozkirin.  Li bajarê Bordeaûxê jî 15’ê Tebaxê bi mîtîngekê hat pîrozkirin. Di mîtînga li meydana Place de la Boûrse de, jin û ciwanan ji bo temsîla komkujiya li Pirsûsê darbestên reş hilgirtin û wêneyên ciwanên şoreşger ên jiyana xwe ji dest dan, rakirin.

Li paytext salvgera 15’ê Tebaxê li Parîsê bi meşekê hat pîrozkirin. 


Li Zurîhê  çalakiya 15’ê Tebaxê 

Li Swîsreyê gel daket qadan û bi mîtîngekê Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Tevî komên MLKP, PYD, Yekîtiya Êzidiyan li Swîsreyê, Yekîtiya Suryaniyan li Swîsreyê, ÎTÎF, Anarşîstên Swîsreyî û Antîfaşîst, hejmara zêde Kurditanî û dostên wan beşdarî mîtîngê bûn.  

Pêngava 15’ê Tebaxê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi mîtîngekê hat pîrozkirin.  Tevî Kurdistaniyan dostên wan ên Danîmarkî jî destek dan çalakiyê. 

Li bajarê Îtalya Torîno, Kurdistanî û dostên wan ên li Navenda Çanda Kurd hatin cem hev, bi çalakiyekê Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Pîrozbahî bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

Li bajarê Awûstralya Melboûrne, bi wesîleya 31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Vîctorya (NAV-KURD), şevek hat lidarxistin. 

31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li paytexta Ermenîstanê Erîvan bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan bi civînekê hat pîrozkirin.Rewşenbîrên Kurd ên Ermenîtanê hunermend Egîdê Cimo, helbesvan Mirazê Cemal, nivîskar Hazen Drboyan, Serokê Şêwra Yekîtiya Kurdên Ermenîstanê Kinyasê Hemîd, Seroka Kurdistan Komîte Jinyîka Qadîr û mêvanan ji Gurcîstanê hatibûn jî di pîrozbahiyê de amade bûn. Civîn bi dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Bijî gerîla”, “Bijî 15’êTebaxê” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.  


 ANF/BEHDÎNAN