
BERLÎN: Li paytexta Almanya Berlînê di kampa penaberan a Kurd jî lê dimînin şahiyeke bi coşî ya Newrozê hat lidarxistin. Di şahiyê de li gel Kurdan Efxanî, Pakistanî, Ereb û kesên ji welatên din jî beşdar bûn.
FREÎBÛRG: Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Freîbûrgê li hev civiyan, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya li Kartoffelplatzê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir û dûre agirê Newrozê hat pêxistin.
OSNABRUCK: Li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osnabruckê, Newroz bi beşdariya Kurdistanî û Elmanan hat pîrozkirin.
DARMSTADT: Li Darmstadtê jî bi hezar hezar Kurd û dostên wan cejna Newrozê pîroz kirin. Girseya gel, piştî meşa bi meşaleyan a li navenda bajêr, li qada pîrozbahiyê agirê Newrozê dada.
MONCHENGLADBACH: Pîrozbahiya li Monchengladbachê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi meşekê destpê kir. Di meşa bi meşaleyan a ji ber HBF destpê kir de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz”, “Bijî berxwedana Kurdistanê”
KOLN: Li bajarê Elmanya Kolnê, Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Meşa ji Ebertplatzê destpê kir, ku bi qasî hezar kes lê amade bûn, li meydana Domê pîrozbahî hat lidarxistin.
MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîmê bi tevlîbûna bi hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û pêkhateyên ABDEM’ê ve hat organîzekirin. Di pîrzbahiyê de Koma Axîn, Koma Ronahî û Bêrîvan, Ozan Ozden derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
HAGEN: Li Hagenê, Newroz li Navenda Civaka Demokratîka Kurd bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan hat pîrozkirin. Hevserokên Navendê û Berdevka Meclîsa Jinê ya Fîdan li vir axivîn û cejna vejînê pîroz kirin. Piştre Koma Dengê Çiya derket ser dikê.
BÎELEFELD: Newroz li Bîelefeldê bi meşeke bi meşaleyan hat pîrozkirin. Meşa ji ber HBF destpê kir, li Kasselbrînkê bi dawî bû.
MUNSTER: Kurdistaniyên li Munsterê dijîn, bi coşeke mein Newroz pîroz kirin. Qisekeran banga xwedîderketina li têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê kirin.
RHEÎNE: Li bajarê Rheîne resepsiyon hat dayîn. Ji derdorên çep ên Elman gelek kes beşdarî resepsiyonê bûn.
KRESBRONN: Kurdistaniyên li bajarê Kresbronnê dijî, Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin. Jin û zarok bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozahiyê bûn. .
ESSEN: Bi sedan Kurdistaniyên li Essen û derdora wê dijîn, Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyên ku pêkhatyeên DBG û ABDEM’ê beşdar bûn de govend hat gerandin û berxwedana li Kurdistanê hat silavkirin.
SAARBRUCKEN: Li bajarê Elmanya Saabruckenê, bi beşdariya nûnerên gelek sazî û partiyan resepsiyona Newrozê hat organîzekirin. Li ser navê Şaredariya Saabruckenê Thomas Bruck û li ser navê Aktîno drîtte Welt Saar Rolan Roder mafê axaftinê wergirtin.
KÎEL: Kurdên li bajarê Elmanya Kîelê dijîn, di pîrozbahiya Newrozê de banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê kirin. Bi sedan Kurdistanî li Meydana Gaardenê ji bo pîrozkirina Newrozê li hev kom bûn.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Newroz pîroz kir. Pîrozbahî li Parka Votîv a li nêzî zanîngehê pêk hat û ji gelek neteweyên cuda xwendekar tevlî bûn.
SYDNEY: Li bajarê Awûstralya Sydneyê jî, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.
HELSÎNKÎ: Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, Newroz bi awayekî girseyî hat pîrozkirin. Hevseroka KONGRA GEL Remzî Kartal jî li vir axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê. Kartal destnîşan kir ku bi berxwedanê re wê bi ser kevin.
OSLO: Li paytexta Oslo ya Norveçê, li bajarên Sravanger û Bergenê Newrozê bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî bûn, li salona Sporê ya Ekeberg a Osloyê hat lidarxistin. .
HORSENS: Li bajarê Danîmarka Horsensê, duh bi beşdariyeke girseyî Newroz bi şevekê hat pîrozkirin. Memo Gelo, Hozan Axîn, Rojava Efrîn, Ferhad Cîlo, Zaynar Dagri û koma govendê ya Horsensê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
SAN FRANCÎSCO: Kurdên li eyaleta Calîfornîa ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dijîn, Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin û Amerîkî jî beşdar bûn. Ji Zanîngeha Stanfordê Alk. Profesor Anna-Sara Malgren, Hîndekar Firat Bozcali li pîrozbahiyê axivîn î.
ERÎVAN: Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ermenîstanê dewam dikin. Kurdên li bajarê Akbaranê û derdora wê dijîn, ji bo pîrozkirina Newrozê li gundê Dêrikê li hev civiyan. Pîrozbahî ji alyê Kuristan Komîteyê ve hat organîzekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN