
Li bajarê Malmo û Goteborg ê Swêdê cejna Newrozê bi çalakiyan hate pîroz kirin.
Li ser banga Navenda Çanda Kurd a Demokratîk li Malmo, Hevserokê PYD'ê Salih Muslim tevlî pîrozbahiyê bû. Muslim rewşa li Rojava û Bakurê Kurdistanê ji beşdaran re nirxand.
Muslim diyar kir, Newroz rojek têkoşîn û berxwedanê ye û destnîşan kir, ku ew bi ruhê Hawayê Hesinkar û Mazlûm Dogan her tim li ber zilmê radibin. Muslim got, "Di demeke kurt de em ê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û Rojava bikin xwedî statuyeke fermî."
Muslim got, Erdogan û dewleta Tirk operasyonên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd didomînin û nûnerên hilbijartî yên gel digirin. Muslim destnîşan kir, gelê Kurd ku di Newrozê de hêz û rêxistinbûna xwe nîşanî dewleta Tirk da, wê di referandûmê de derbeke duyemîn li rejîma Erdogan û Tirk bixe.
Di pîrozbahiyê de Nûarîn, Diyar Dersîm, Kawa Ûrmiye û Farzîn derketin ser dikê û Kurdistaniyan li ber stranên wan govend gerandin.
Pîrozbahiya Newrozê bi qîrîna dirûma ‘Bijî serok Apo’ qediya.
Li Goteborgê Newroz
Li Goteborgê Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî, ji bo Kurd û gelên bindest qala girîngiya Newrozê kirin. Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Partiya Çepgir di axaftinên xwe de bal birin ser vî tiştî ku, Newroz ji xeynî ku vejîna biharê ye, di heman demê de roja berxwedan û têkoşînê ye jî. Di çalakiyê de piştî ku axaftina Cemîl Bayik hate temaşe kirin, girseyê bi stran û sirûdên hunermend Nûarîn, Diyar Dersîm, Kawa Ûrmiye û Farzîn govend gerandin û sloganên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bijî Azadî” û “Bijî Kurdistan” berz kirin. Koma govendê ya Semayê jî bi performansa xwe şev rengîntir kir.
MALMO/GOTEBORG