Li bajarê Elmanya Stuttgartê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîka Kurd a Stuttgart ê, Newroz bi resepsiyonekî hat pîrozkirin.
Resepsiyona mijara gotinê ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn li Burger Centrumê a Stuttgart pêk hat. Di resepsiyonê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Stuttgartê hev seroka Navenda Civaka Demokratîka Kurd a Stuttgart ê Sebîha Koç peyama newrozê da. Her wiha Hevserokê Navenda Civaka Demokratîka Kurd a Stuttgart ê Cemal Okçuoglu axifî û bal kişande ser girîngiya Newrozê di dîroka gelê Kurd de.
Nûnerê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ê Ewropa Faik Yagiz beşdar bû.Yagiz got; “Rengê Newroza îsal jî guhertine heviya azadî û jiyana gelan. Yagiz dest nişan kir ku çi bibe bila bibe evê li hemberi kiryarên AKP gavê şunde navêjin û hewldanên wa yê ji bo aşti yek mayinde berdewam bikin.
Kesayet û nunerên Die Linke, MLPD, CDU jî amade bûn û peyamên piştgiriyê dan. Bavê şehîd Meryem Çolak,helbestvan Seydo Hazar (Kalo) helbesta bi navê “Rabin êdî ev xew bes e” xwend. Resepsiyon bi mûzîka heval Şêxo û Aras Îbrahim hetanî derengiya şevê berdewam kir.
Newroz li Lînzê hat pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li avahiya Neue Rathaus a li bajarê Awûstûrya Lînzê li hev civiyan, Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hat nîşandan. Di axaftinên li vê derê de berxwedana gel a li Kurdistanê, bi taybetî ya li Cizîr û Sûrê hat silavkirin. Ezman Stêrk, Seyîdxan, Peywan Arjîn, Koma Hîvron, Fevzî Dêrik, Koma Dem, Zarokên Mûsa Anter û Koma Govendê Azadî derketin ser dikê.
Li Danîmarkayê şahî
Pîrozbahiyên Newrozê ku li bajarê Odense yê Danîmarkayê ji 19’ê Adarê ve destpê kiribûn, 20’ê Adarê jî li Navenda Çanda Kurd a Valby berdewam kirin. Li Albertslundê di salona Musîkteaterê de pîrozbahiya Kurdên li Kophenagê bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan ve pêk hat.
Di pîrozbahiyê de Îsa Yildiz û Adar, Ramazan Ekîncî, Ramazan Kaya, Koma Zerdeşt a Govendê, Koma Şanoyê ya Şehîd Yekta, Serhado û Hozan Kawa derketin ser dike. Di pîrozbahiyê de Serokê Duyemîn ê Şaredariya Gladsaxe û Endamê Partiya Gelan a Sosyalist Serdal Benlî axivî.
Banga berxwedanê
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Awûstûrya Bregenzê dijîn, Newroz bi çalakiyekê pîroz kirin. Tevî Parlamentera Amedê Sîbel Yîgîtalp bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn. Di şevê de Îbrahîm Rojhilat, Rodî, Koma Silbûs û Tarî û hunermendên herêmî derketin ser dikê.
Li paytexta Skoçya Edînbûrghê Newroz hat pîrozkirin. Kurdistaniyên bi vê armancê roja Yekşemê li Soûthsîde Commûnîty Centre li hev civiyan, alên PKK, PYD û YPG’ê hildan. Di pîrozbahiyê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li her kesî hat kirin ku beşdarî kampanya ji bo piştgiriya Sûr û Cizîrê hatiye destpêkirin, bibin.
Nûnerên Koma Piştgiriyê ya Kurdisatn û Skoçyayê, PYD, PJAK, MLKP, Goran, Pîr-Der, parlamenterên Partiya Karker a Skoçyayê û Partiay Neteweyî ya Skoçyayê peyamên pîrozkirinê şandin.
Di pîrozbahiyê de koma govendê ya Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê, komên zarokan û Hozan Sezg^nı Coşkûn û Koma Zelal derketin ser dikê.
NAVENDA NÛÇEYAN