Pîrozbahiyên Salvegera damezrandina PKK’ê li gelek navendên Ewrûpayê dewam dikin.
Swêd: Li paytext Stockholmê, salvegera PKK´ê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di şahiyê de peyamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê û Komeleya Piştevaniyê hatin xwendin. Di dawiyê de jî hunermend; Seyda Perînçek, Armanc, Dilşah, Evîn, Gîrîn, Gursel Dayan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Danîmarka: Kurdistanî û dostên wan ên li Kopenhagenê jî, li salona şano û muzîkê ya Albertslundê salvegara damezrandina PKK’ê bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de nûnerên koma anarşîst a Danîmarkayê, Yekîtiya Sor-Kesk, Koma Tevkariya bi Kurdistanê re, Partiya Çep a Alternatîf axivîn.
Îtalya: 41 saliya PKK’ê li bajarê Torîno hate pîrozkirin. Piştî xwendina peyama Komîteya Amadekar a li ser têkoşîna PKK’ê, sînevîzyon hate nîşandan. Hozan Comert û Hozan Seher paşê derketin ser dikê û beşdaran li ber stranan govend gerand.
Awustralya: Li Sydneyê şahî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi şahiyekê hate pîrozkirin. Hevserokê navendê Brûsk Aîverî diyar kir ku avabûna PKK’ê ji nû ve
Qibris: Salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê li Lîmasolê bi kêf û şahî hat pîrozkirin. Koma Theofîlosê ya Govendê û Koma Muzîkê ya Theofîlosê derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN