Coş û heyecana pîrozkirina 31. salvgera pêngava 15’ê Tebaxê li derveyî welat bi çalakiyên bi coş tê pîroz kirin. 

Pêngava 15’ê Tebaxê li Navenda Civaka Kurd a li bajarê Elmanya Essenê hat pîrozkirin. Tevî Kurdistaniyan gelek dostên Kurdan û nûnerên partiyan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Namzetê Partiya Çep (Die Linke) yê ji bo Serokatiya Şaredariya Essenê Wolfgang Freye li pîrozbahiyê peyivî, bal kişand ser rola Kurdan a li Rojhilata Navîn û da zanîn ku PKK veguheriye hêviya rizgariya mirovahiyê, lewma divê tavilê ji lîsteya rêxistinên ‘terorîst’ a Elmanyayê were derxistin. 

Li Wuppertalê, bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê meşek hat lidarxistin û daxuyaniyek hat dayîn. Di çalakiyê de polîtîkayên şer ên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û dewleta Tirk hatin protestokirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê ve hat organîzekirin û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destek dan. Bi beşdariyeke girseyî çalakî li ber kolana herî qelebalix a bajêr ji pêşiya City Arkadenê destpê kir. 

Li paytext Berlînê jî 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ji aliyê Ciwanên Azad ve hat organîzekirin, li salona Berlîn KOMEL e.V. hat lidarxistin. Li salona pîrozbahiyê, di serî de wêneyên fermandarê efsanewî yê 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd) wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd û ala tevgera azadiyê hatin daliqandin û sînevîzyona li ser 15’ê Tebaxê hate nîşandan. Pîrozbahî piştî xwendina helbestan, bi qîrîna dirûşmeyên „Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.


Li Parîsê semîner

Ciwanên Azad li banliyoya Vîllîers-le-Bel a Parîsê, bi mijara 15’ê Tebaxê semînerek lidar xist.  Di semînerê de hat ragihandin ku AKP’ê têkçûna di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de qebûl nekiriye û ji ber vê yekê dest bi şerekî qirêj kiriye. Bomberdûmana çiyayên Kurdistanê, şer û operasyonên qirkirina siyasî di semînerê de hatin nirxandin.


Bruksel û Den Haag

Li paytexta Belçîka Brukselê, Komîsyona Meclîsa Şehîd Bêrîtan pîrozbahiya 15’ê Tebaxê organîze kir. Xebat Ocalan ê di pîrozbahiyê de axivî bal kişand ser girîngî û wateya 15’ê Tebaxê û rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Arîfe Soysuren jî li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê destnîşan kir ku divê hîn bêhtir têkoşîn bê xurtkirin.

Li bajarê Hollanda Den Haagê, 15’ê Tebaxê bi civîneke gel hat pîrozkirin. Di civînê de siyasetmedar Xebat Ocalan Pêngava 15’ê Tebaxê, rewşa dawî ya siyasî nirxand û diyar kir ku li hemberî şerê topyekûn ê li dijî Kurdan divê berxwedaneke topyekûn were nîşandan.


Li Toronto coş a 15’ê Tebaxê

Li bajarê Kanada Torontoyê, Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca beriya pîrozbahiya 15’ê Tebaxê hin hevdîtin kir. Ûca û Hevserokê Meclîsa Gel Îhsan Kaya, bi Wezîrê Parastina Milî ya Kanadayê Jason Kenny û Berdevkê Meclîsê Bernard Trottîer re hevdîtin kirin. Di civînê de mijarên Rojava, Kobanê, Şengal û polîtîkaya şer a AKP’ê hatin nirxandin. Her wiha Serokê One World International ku saziyeke mezin a alîkariyê ya Kanadayê ye Mejît El Safî bi Ûca re civîneke xwarinê pêk anî. Di civînê de alîkariyên însanî yên ji bo Kobanê û Şengalê hatin nirxandin.

Pêngava 15’ê Tebaxê jî li bajêr ji aliyê gelek kesan ve hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya li Parka Earlscourt de hunermendên herêmî derketin ser dikê û Hevserokê Meclîsa Gel a Torontoyê Îhsan Kaya der barê waeya Pêngava 15’ê Tebaxê de axivî. Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca jî der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan, operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî de agahî da gel. Di pîrozbahiyê de Wezîrê Parastina Milî Jason Kenny, Berdevkê Meclîsê Bernard Trottîer û Serokê One World International Mejît El Safî jî amade bûn.


Li Moskowê hat pîrozkirin

Li paytexta Rûsya Moskowê, 31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahiya li Mala Çandê ya Lûnaçarskî, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir. Dûre li ser jiyana sembola berxwedana çekdarî ya têkoşîna azadiyê fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) sînevîzyon hat nîşandan. Di pîrozbahiya ku bi sedan kes lê amade bûn de, siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar li ser wate û girîngiya rojê axivî.  Dûre Hevserokê Kongreya Êzîdiyên li Rûsyayê Cemal Şemoyan û Nûnerê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê Aso Talabanî derketin ser dikê û cejna vejînê li gele Kurd pîroz kirin. Ji Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ya Bakurê Kurdistanê Axîn Biro, Zelal Gokçe, Helîm Omerî û ji abjarê Tambov ê Rûsyayê Koma Govendê ya Medya hunera xwe pêşkêş kirin. 


Li Lubnanê pîrozbahipa 15‘ê Tebaxê

Weqfeya Çand û Civak a Newroz û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)bi armanca pîrozbahiya 15‘ê Tebaxê li bajarê Beyrûtê şahiyeke lidar xist. Di şahiyê de bi sedan kes beşdar bûn.  . Di şahiyê de komên hunerî ya  Şehîd Zîlan a dîlan, Koma Welatî Roj a stran û şano, Koma Şehîd Zorvan a Dîlanan, Koma Şehîd Gîvara ya şano ya Yekîtiya Ciwanên Rojava, Koma Şehîd Egît a Şano, Koma Şehîd Arîn a stran û dîlan a zarokan û hunermed Sîpan Girbawî hunerên xwe pêşkêş kirin.   


 NAVENA NÛÇEYAN