
Çalakiyên bi munasebeta salvegera damezirandina Partiya Karkerê Kurdistan (PKK) ku bi şîara Cejna Wêjînê li Ewropayê berdewam dike. Dawiya hefteyê li gelek navendan çalakiyên bicoh hatin lidarxistin.
FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrtê ya Elmanya salvegera 38. damezrandina PKK’ê bi şevekê hate pîrozkirin. Pîrozbahî li salona dawetê ya Hanaû Pasa hate kirin. Li pîrozbahiyê ji Frankfûrt, Offenbach, Hanaû û derdora van bajaran bi sedan Kurdistanî û dostên wan hazir bûn. Di pîrozbahiyê de Rûken Karakoç li ser navê YJK-Hessen û nûnerê NAV-DEM’ê jî Zana Azadî axivîn. Di bernameya pîrozbahiyê de Çetîn Oraner, Hozan Marûf, Koma Şehîd Welat, Koma Hezex, Hozan Sosin û Avaşîn stranên xwe gotin.
EMMERÎCH: Salvegera damezrandina PKK’ê li Emmerîch a Elmanyayê bi şevekê hate pîrozkirin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê deszt pê kir û piştre Ji Meclîsa Gel a Emmerîchê Hanîfe Kozik axivî. Di şevê de Serokê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat Fîkret Îgret jî axivî.
Li dûx wendina peymanan, sînevîzyon hate nîşandan. Di şevê de hunermend Seyîdxan, Rêzan ê Hîp Hopê, Narîxan, Rojhat, Alan û Rojhat Govend û Dîlan derketin ser dikê.
SALZGÎTTER: Li bajarê Salzgîtter ê Elmanyayê, salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Şeva pîrozbahiyê bi beşdariya zêdeyî 1500 kesî pêk hat. Parlamenterê Partiya Çep (Dîe Lînke) Dîeter Dehm jî li vir axivî. Dehm diyar kir, ew bi têkoşîna mafdar a gelê Kurd re ne. Koma Şiyar a Koroya Zarokan, Hozan Canê, Hozan Axîn, Dimlî Amed, Aslan Masekî, Perîhan Solbûdak, Beşîr Rojava, Helbestvan Wezîr Demîr û Koma Şiyar a Govenda Zarok û Ciwanan di şevê de hunera xwe pêşkêş kirin.
BERLÎN: Pîrozbahiya li paytexta Elmanya Berlînê jî bi tevlîbûna 2000 kesî pêk hat. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş li vir axivî û got, “PKK’ê statuya koledariyê û fermana mirinê ya li ser gelê Kurd hatibû ferzkirin, parçe kir. Cihgirtina li nava vê têkoşînê cihê serbilindiyê ye.”
Hunermend Xelîl Xemgîn, Hozan Diyar, Şengul Pak û Koroya Zarokan û koma Govendê derketin ser dikê.
MÎLANO: Salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê hate pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir. Tevî axaftinan, hunermend Pinar Aydinlar derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.
STOCKHOLM: Pîrozbahiya li paytext Stockholmê, êvara Şemiyê pêk hat. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe di destpêkê de axivî û got, “Damezrandna PKK’ê ji bo afirandina jina Kurd a azad û berxwedêr, bûye mîladek.” Berdevka Meclîsa Jinên Kurd a Amara Îmran Karaer jî da xuyakirin, ku ew ê her tim li ser şopa şehîdên xwe Arîn Mîrkan, sakîne Cansiz, Zîlan, Bêrîtan bin û bi eşqa azadiyê ew ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.
Di dewama çalakiyê de endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar mafê axaftinê kir û rewşa dawî ya li Rojava û Bakurê Kurdistanê jî nirxand. Aydar diyar kir, dewleta Tirk bi bahaneya “têkoşîna li dijî DAIŞ’ê” li Rojavayê Kurdistanê êrîşî YPG/YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike. PJAK û Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê jî peyam şandin ji şevê. Kawa, Kemalê Amed, Evîn Akbaş û Koma Heval jî derketin ser dikê. Şev bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” qediya.
GAVLE: Li bajarê Gavle yê herêma Dalarna jî, bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan şevek hate lidarxistin. Hunermendên Kurd Kawa, Kemalê Amed, Diyar, Dilşad, Sîdar û hunermendê Îranê Mahoo Rizapoor derketin ser dikê. Her wiha koma govendê ya ji zarokên keç ên 7-9 salî jî hunera xwe pêşkêş kir.
NAVENDA NÛÇEYAN