Bi lêkolînên cuda hatibû aşkerakirin ku guherîna avhewayê gefê li hilberîna zad û windahiya ozonê jî palehiyê kêm dike.
Enstîtuya Teknolojiyê ya Massaschusetts a DYA jî, bandorên kombînasyona van her du faktoran lêkolîn kir. Encamên lêkolînê ji aliyê kovara Nature Climate Change (Guherîna Avhewa û Xwezayê) ve hat weşandin. Lêkolîn bi taybetî li ser bandora vê rewşê li birinc, genim, garis û fasûliyên soya yên ku ji bo mirovan zêdeyî nîvê kaloriya pêwîst vedihewînin, rawestiyan. Li gorî lêkolînê, eger guherîn avhewayê bi şert û mercên roja îro dewam bike, wê di sala 2050'î de hilberîna zad a li gelemperiya cîhanê ji sedî 10 kêm bibe.
Ev yek rê li ber fikarên cidî vedike. Ji ber ku li gorî texmînan nifûsa cîhanê wê di salên 2050'î de nîv qat zêdeyî rewşa heyî pêwîstiyê bi xurekê bibîne. Dema ku faktora ozonê jî li vê rewşa bi fikar zêde dibe, gef derdikeve asteke bilindtir.
Zad ku di dema şînbûnê de ji ber tîrêjên rojê gelekî hesas in, hilberîna wê ji ber bandora ozonê kêm dibe. Mînak; kêmbûna ji sedî 46 a hilberîna soya, ku ji ber guherîna avhewayê hatibû ragihandin, derket holê ku ji ber windahiya ozonê ye.

Ji Zanîngeha Princeton hîndekar Denise Mauzerall da xuyakirin ku encameke girîng a vê lêkolînê heye û got, "Ew jî, tedbîrên li dijî gemarîbûna hewyê, tevî pêşeroja cîhana me wê palehiyê jî baştir bike." Mauzerall got, "Bikaranîna enerjiya paqij, li ser ewlehiya xureka global ji du aliyan ve bandora erênî dike."

BRUKSEL