Serdaneke pisporên saziya perwerde, çand û zanistê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO’yê ya Hewramanê hat betalkirin. Sedema serdanê xistina Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya muhtemel bû. Piştî belavbûna şewba ji ber vîrusa koronayê li Îranê ev serdan hatibû bipaşvexistin. Berê pêşhatibû dîtin ku serdan dawiya Gulanê yan jî destpêka Hezîranê bibe. Niha rêveberê buroya tûrîzmê ya Kirmaşanê Omîd Qaderî ragihand ku ev serdan hatiye bipaşvexistin û wê Tebaxê pêk bê.
Îranê sala 2019’an dosyayek dabû UNESCO’yê da ku Herêma Çandî ya Hewramanê li Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCO’yê bê zêdekirin. Qederê 8 pisporên ji beşên cihê yên weke antropolojî, arkeolojî, dîrok, ilmên fenê, mîmarî, belgeyên dîrokê û beşên din ên elaqedar li ser dosyayê şixulîn. Xelkê deverê hêvî dike, heger herêm bikeve lîsteya UNESCO’yê wê ji parastina herêmê ya çandî re xêr be. Ji nifşên bê re jî wê avahiya bêmînak a gundewarî, awayê jiyanê yê elaqedar, û çandiniya taybet a vê herêmê be. Pê re jî cejn û rîtuelên deverê jî wê karibin rehettir bên parastin, weke daweta Pîrî Şalyar.
KIRMAŞAN