Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya CPT´yê ku ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dest pê kir, dewam dike. Gelek tevger, sazî û partiyên Tirkiyeyî jî piştgiriyê didin çalakiyê.  Çalakiya rûniştinê ya roja Duşemê dest pê kirî, ji bo Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT) biçe Girava Îmraliyê, dewam dike.


Çalakiya ku bi sedan kes tevlî bûne, di roja çaran de ye.

Di roja sêyem de ango doh nava rojê, parlamenterê Tevgera Gorran Dr. Şêrgo Hema Emîn û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di civînekê de ji çalakgeran re axivîn û rewşa dawî ya li Kurdistanê û herêmê nirxandin.

Çalakger di nava rojê de çûn ber avahiya Konseya Ewrûpayê û li vê derê heta demekê daxwazên xwe yên ji bo azadiya Ocalan bi dirûşman îfade kirin.


AvEG-Kon: Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna me ye

Bi navê Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewrûpayê (AvEG-Kon) Şafak Arabaci li çalakiya rûniştinê peyivî û daxwaza azadiya Ocalan kir.

Arabaci anî ziman, ku daxwazên gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd a azadiyê ew weke têkoşîna xwe dibînin û got, ew hevrêyên wan lehengan in ku li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin.

Arabaci da zanîn, ku wê têkoşîna hevpar bidomînin û hêvî dikin ku di demeke kin de li ser tenduristiya Ocalan agahiyeke zelal bi dest bikeve.


Bi dehan sazî, kesayet û hunermendan destek da

Di roja duyemîn a çalakiya rûniştinê de zêdeyî 300 kesî li qada çalakiyê de amade bûn. Tevî nûnerên bi dehan saziyên Kurdan ên li Ewrûpayê, parlamenterên YNK´ê û Tevgera Gorran jî piştgiriyê didin çalakiyê.

Her wiha gelek kesayetên Tirkiyeyî jî yekser cihê xwe di nava çalakiyê de digirin û dibêjin, heta CPT bersivê bide daxwazên wan, wê çalakiya xwe bidomînin.


Nûnerên saziyên pêr tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn û piştgirî dan çalakiya rûniştinê ev in:

“KONGRA GEL, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E), Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), Navenda Civaka Kurd li Fransayê (CDK-F), NAV-BEL, DEM-NED, Meclîsa Êzidiyan a Şengalê, Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), NAV-YEK, Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN-E), TEV-ÇAND, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Tevgera Goran, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), PJAK, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-E), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdên li Sûriyeyê (PDK-S), Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-KON), Platforma Derya Reş a Şoreşger, Federasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk (DÎDF), Konfeerasyona Gelên Demokratîk ên Ewropî (ADHK), Kongreya Gel a Mezopotamyayê, Cîhaneke lê bê jiyîn, NOR-Zartonk, Federasyona Yekîtiyên Dersimê yên Demokratîk li Ewropayê (ADEF), Partiya Kesk û Paşeroja Çep, Partiya Şoreşger, Navenda Çandê ya Koçgirî li Ewropayê, Hewldana Mereşê ya Ewropayê, Însiyatîfa Gel a Kurecikiyên li Ewropayê û Meclîsa Jinên Êzidî.)


Sizasetvan û hunermend hemû xwedî yek dozê ne

Li gel nûnerên van hemû saziyan û parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê gelek kesayet jî yan yekser tevlî çalakiyê bûn yan jî destekê didin. Çend ji van kesayetan jî ev in: Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, siyasetvan Hecî Ehmedî, parlamenterên HDP’yî Tûgba Hezer û Faysal Sariyildiz, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, akademîsyenên ji bo aştiyê Çetîn Gurer û Engîn Sûstam, rojnamevan-nivîskar Ahmet Nesîn, rojnamevan Veysî Sarisozen û Fîlîz Koçalî, nivîskar Azîz Tûnç, ji Nifşên 68’an siyasetmedar Mahîr Sayin, ji parêzerên Ocalan Mahmût Şakar û hunermend Hozan Emekçî, Hozan Xelîl Xemgîn, Hozan Sosin û Hozan Seyidxan. 


STRASBOURG