
Ji xebatkarên kanala Freedom TV´yê Saman Şehabî yek ji nobetdarên vê hefteyê yê “Nobeta ji Ocalan re Azadî” ye. Saman Şehabî îşaret bi bêdengiya CPT´yê ya dibiwara tecrîdkirin û goşegiriya Ocalan li Îmraliyê kir û banga rabûna bi erka xwe ya astengkirina êşkenceyê li dijî Ocalan rabe kir.
Şehabî bi hevoka “Bêdengiya CPT´yê beramberî rewşa Ocalan gelo ta kengî?” fikra xwe wiha îfade dike: “Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Komîsyona Ewrûpayê CPT ya ku navenda wê li bajarê Franseyê Strasbourgê ye, û li gorî biryara Dadgeha Mafî Mirovan a Ewrûpayê (DMME) çavdêriya rewşa girtîgeha Îmraliyê dike, li ser goşegirtinî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rapor û agahiyan pêşkêşî DMME´yê dike. Ew navend biryarder e ku her şêwaz êşkenceya fizîkî, derûnî ya li dijî Ocalan, asteng bike.
Lê belê bakêş e ku ev çend sal in li Îmraliyê hewldana ji holê rakirina Ocalan tê bi rê ve birin, û nexasim van 3 salên dawiyê de goşegirî û êşkenceya li dijî Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyên siyasî li Îmraliyê zêdetir bûne, lê bêdengiya navenda CPT´yê bêhtir cihê kakûnî û tayê ye.”
Herî dawî Şehabî xwest CPT û DMME bêdengiya xwe ya beramberî rewşa Ocalan û girtiyên siyasî yên li Îmraliyê de bişkînin.
STRASBOURG