Berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Amedê nerazîbûneke tund nîşanî CPT dan, ku neçûye serdana Îmraliyê û gotin, “CPT ne hevparê hiqûqê ye, hevparê bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Ne hevparê rûmeta mirovahiyê ye, hevparê îşkenceyê ye.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku azadî bi kombûna li dora Ocalan dikare pêk were. Berxwedêran gotin, “CPT bi serdana xwe ya dawî ya li Tirkiyeyê re careke din berpirsyariya xwe ya dîrokî ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de îspat kiriye. Erka CPT pêşîgirtina li îşkenceyê ye, lê belê ya CPT dike, hevpariya îşkenceyê ye. Yek ji berpirsyarên herî mezin ên korsaniya hiqûqa li Îmraliyê, CPT ye, ku ev korsanî ev 18 sal in qonax bi qonax gefê li mafê jiyanê yê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dixwe. CPT li Îmraliyê nebûye alîgirê hiqûqê, bûye hevparê bêhiqûqiyê. Nebûye alîgirê rûmeta mirovahiyê, bûye hevparê îşkenceyê. Em di wê baweriyê de ne, ku ne saziyên nikarin derkevin derveyî siyaset û hiqûqa serdestan, lê em gelê Kurd bi kombûna li dora Rêberê Gelê Kurd re dikarin azadiyê pêk bînin.”


‘Di kontrola dewletên Ewropayê de ye’

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah ê di greva birçîbûnê de ye li neçûyîna CPT a li Îmraliyê rexne kir û got ku CPT saziyeke di kontrola dewletên Ewropayê de ye.
Çîçek anî ziman ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tu agahî nagirin û ji ber vê yekê jî hatina CPT a li Tirkiyeyê girîng bû. Çîçek wiha axivî: “Di pêvajoya ku gelê kurd û dostên wî evqas bi fikar in de neçûna CTP ya li Îmraliyê careke din rastiyekî dîrokî nîşanî me dide. CPT bi vî nêzîkatiya xwe ve wekî dewletên Ewropayê di mijara hiqûqa Îmraliyê de di komploya navnateweyî de rol digire.”




‘CPT xizmeta dewleta dike’


Çîçek bilêv kir ku di çarçoveya qanûnên normal de CPT saziyeke ji dewletan jortir e lê di pêvajoyeke bi vî rengî de neçûna Îmraliyê nîşan dide ku saziyekî li jora dewletan nîne û wiha got: “Bi vî pratîka xwe ve nîşan da ku saziyekî hiqûqê ya di xizmeta dewletan de ye. Azadî û şertên tenduristiya Birêz Ocalan girtina bin misogeriyê girêdayî saziyekî wekî CPT a ku di şertên Ewropayê de nîne. Têkîldarî azadî tenduristiya Birêz Ocalan agahî girtin di berxwedana gel û şoreşgeran de ye.”  


 AMED