Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT), yekane sazî ye ku dikare biçe Girava Îmraliyê. Lê belê tevî tecrîda giran a li Îmraliyê jî, bi israr gavekê jî neavêje. Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu û nûnerê HDP’ê yê li saziyên Ewrûpayê Fayîk Yagizay, bi rayedarên sekreterya û maseya Tirkiyeyê ya CPT´yê re rûniştin.

Tirs û fikar hene

Di hevdîtinê de hate ragihandin ku ji Îlona 2016’an û vir ve piştî hevdîtina Mehmet Ocalan, ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û destûr nayê dayin ku ne malbat, ne parêzer, ne jî heyeteke din biçe Îmraliyê. Heyeta HDP’ê diyar kir ku ji ber vê rewşê Kurd û alîgirên aştiyê ketine nava tirs û fikaran û got, tecrîd binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê ye. Di hevdîtinê de greva birçîbûnê ya Leyla Guven û grevên birçîbûnê yên li Kurdistan û Ewrûpayê hatin nirxandin û ji CPT´yê hat xwestin ku mijarê bi lezgînî bixe rojeva xwe. Heyetê bal kişand ser rewşa giran a ji ber grevên birçîbûnê rû dane û banga berpirsyariyê kir.

Tew mala ‘diyalogekeke aktîf’ a CPT´yê

Rayedarên CPT jî îdîa kir ku der barê rewşa Ocalan de ew bi rayedarên Tirk re di nava ‘diyalogekeke aktîf’ de ne. Rayedaran li ser rewşa Ocalan ti agahî neda.

CPT tevî bendewariyên gelê Kurd jî beriya niha serdana girtîgehên li Tirkiyeyê kiribû, lê bi Ocalan re hevdîtin nekiribû.

 

ANF/STRASBOÛRG