Welatî, di Cejna Remezanê de li Erxeniyê çûn Qotê Ber Çem û Şikeftên Hîlarayê. Ev şûnewarên qala wan têne kirin dîroka wan 10 hezar sal in.

 Qotê Ber Çem û Şikeftên Hîlara yên li Erxeniya Amedê xwedispêrin sala B.Z. 7500 û 5500. Rengî dîrokî yş şikeftan, hêla wan a erdnîgariyî xwedî bedewiyeke bêhempa ye. Qotê Ber Çem (Çayonu) ku li başûrê şikeftan dikeve, wateyeke din li şikeftan bar dike. Qotê Ber Çem û Şikeftên Hîlarayê, di warê çandiniyê, kedîkirina mîh û bizinan de di şaristaniyê de xwedî mîsyoneke girîng in.

   

 Ji ber Cejna Remezanê gelek amedî û şêniyên bajarên derdorê çûn Qotê Ber Çem û Şikeftên Hîlarayê.

 Tê diyarkirin ku di demên dawî de ji ber tahsîlat nayê kirin ev cihwarê dîrokî bêxwedî maye û her wiha li van cihwaran peywirdarek jî tune ye ku dîroka wan ji geştyaran re bibêje.

 

AMED