Şandeya saziyên civaka sivîl ên bajarê Hesekê çû serdana herêmên li ser rêya Hesekê û Til Temir yên ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine rizgarkirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya “operasyona tolhildana şehîdên Ti Temir” de gundên li ser rêya Hesekê û Tiltemirê ji komên çete yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra rizgar kirin. Şandeya Saziya Malbatên Şehîdan, Meclisên Gel û komek welatiyên  bajarê Hesekê çû serdana herêmên hatine rizgar kirin. Şandeya meclisên sivîl çû serdana bajrokê Tiwênê, gundên Xerîte, Tilriman, rawestgeha Elewzîn yên li ser rêya Hesekê û Til Temirê. Şande her wiha çû serdana bendên kontrolê yên YPG`ê û rizgarkirina herêmê li wan pîroz kirin. Endamên şandeyê Hesen Sado, Alan Hesen, Ebdilqadir Ezîz û Zibêde Ehmed di dema serlêdanê de axîn û bal kişandin ser bexwedana YPG`ê û YPJ`ê. Di axaftinan de her wiha şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û diyar kirin ku destketiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê berhem û encamên fedakariyên şehîdan e.

ANHA/HESEKÊ