
Parlamenterên ji lîsteya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) ya parlamentoya Iraqê wek şandeyeke ji 5 kesan pêkhatî serdana Herêma Parastina Medyayê kir. Li ser navê şandeyê parlamenter Muhsîn Osman sedemê serdana wan ya Herêma Parastina Medyayê wek lêgera pêkanîna dialoga di navbera parçeyên Kurdistanê de diyar kir û got ku hevdîtina wan ya li gel Hevserokên KCK ê Cemîl Bayik û Besê Hozat gelek sûdewer derbas bûye.
Şandeyeke ji Lîsteya Kesk ango Yekîtiya Niştimanî Ya Kurdistanê YNK ê ku ji Arêz Abdulla, Muhsin Osman, Sebhan Silêman, Newzad Resûl û Abdulezîz Hesen dihat pê, bi mebesta danûstandinên hizrî û sazkirina dialoga di navbera parçeyên Kurdistanê de serdana Herêmên Parastina Medyayê kirin. Di serdanê de li gel Hevserokên KCK ê Cemîl Bayik û Besê Hozat civiyan û li ser babetên wek çeteyên DAÎŞ, rewşa biserketina berxwedana Kobanê, prosesa hilbijartina Bakur, rewşa Erdogan û têkiliya wî ya bi DAÎŞ re û niqaşên li ser Şingalê de gotûbêj hatin kirin.
Em amade ne hêzên xwe vekişînin
Parlamenterê parlamena Iraqê yê Kurd Muhsîn Osman derbarê serdana wan ya ku li Herêma Parastina Medya li çiyayê Qendîlê pêkhatî de, li ser navê şandeyê ji rojnameya me re diyar kir ku serdana wan pir erênî derbas bûye, hevdîtinên gelek sûdewer hatine kirin û li ser siberoja Kurdistanê gotûbêj kirine. Herwisa parlamenter Osman diyar kir ku hevserokê KCK'ê Cemîl Bayik gotiye eger gelê Başûr ji alîkariya wan ne razî be, bila bi eşkereyî bêjin û ew amade ne hemû hêzên xwe ji Başûr vekişînin.
Osman bi berdewamî wiha axivî: "Me ji hevserokên rêzdar yên KCK'ê re rastiya rewşa Şingalê û ya geşedanên li herêmê rave kir. Divêt ev rastî bi eşkereyî di navbera hêzên Kurd de bên axaftin ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê bûn sedema gelek şehîd û birîndaran, ziyanên madî, wisa jî namûsa me hate hetikandin. Lê ev karesat bû sedem ku yekîtiyek di navbera gelê Kurd de pêkwere. "
Serkeftina Kobanê û beşdariya pêşmerge
Osman da zanîn ku li ser rewşa biserketina berxwedana Kobanê de jî hizrên xwe ji hevserokan re bi lêv kirine û wiha berdewam kir: "Bi berxwedana Kobanê re gelê Kurd pitir ji aliyê siyasî û hizrî ve di qada mirovahiyê de navdar bû. Beşdariya pêşmerge li şerê Kobanê geşedaneke dîrokî û pîroz e. Di şerê Filîstîn û Îsraîlê yê 1948'an de yek dewletên Erebî jî nekarîn biryara alîkariya leşkerî ji parlamentoyên xwe derbixin lê parlamena Kurdistanê ev biryar girt. Belkî bi derengê çêbû, pir erênî bû."
Hilbijartin û prosesa aştiyê
Muhsîn Osman da zanîn ku Cemîl Bayik jî derbarê prosesa hilbijartinan a li Bakur de ew agahdar kirine û wiha gotiyr: "Emê vê carê wek partî beşdarî li hilbijartinan bikin. Me di hilbijartinên berê yên serokomariyê de ji sedî 9,8 deng birine û ev jî dide nîşan ku wek partî serkeftina ya di hilbijartinan de pêkan e. Heta niha Kurd wek kesên serbixwe beşdarî li hilbijartinan dikirin, lê ji vir şûnde ev ne li gorî siyaseta demê ye."
Osman li ser rewşa prosesa aştiyê ya li bakurê welat jî gotinên Bayik wiha veguhest: "Me heta Newroza îsal derfetek daye, heta niha me tevahiya rê û derfetên aştiyê bikaranîne, piştî Newrozê hemû derfet û biryar wê di destê Serokatî û gelê me de be. Emê li gorî rewş û mercan biryara xwe bidin."
'Li Şingalê 180 şehîdên me hene'
Osman li ser gotûbêja wan a li ser rewşa Şingalê, avakirina meclîsê û niqaşên derbarê pergala kantonan de jî wiha axivî: "Birêz Bayik da zanîn ku wan wek tevger heta niha li Şingalê bêtirî 180 şehîdan dane. Eger em nebûna kes nediçû hawara Şingalê, wê trajediyên mezintir rûdabana, nirxandina ku em dijayetiya Başûr dikin, ne rast e. Eger wisa be, çima em di rojên teng de destê xwe dirêjê Başûr bikin? Me bi hemû hêza xwe ve destê xwe dirêjê Şingal, Mexmûr, Kerkûk, Celewla û hwd kir. Gelo ev dijayetiya Başûr e yan alîkarî ye? Eger wisa be çima Serokê Herêmê birêz Mesûd Barzanî çû Mexmûrê û spasyiya hevalên me kir. Li Şingalê valahiyeke birêvebirinê hebû, me jî bi tenê alîkariya rêxistina wê encûmenê kir."
Muhsîn Osman herwiha got ku hevserokê KCK ê Cemîl Bayik diyar kiriye ku eger gelê Başûr alîkariya me naxwaze bila bi eşkereyî bêjine me, em amade ne tevahiya hêzên xwe ji Başûr vekişînin.
YEKO ARDIL/BRÛKSEL