Di roja dawîn a çalakiyên Mihrîcana Filman a Kobanê ya Navneteweyî de ku 7 rojan li bajarê Kobanê dewam kir, nivîskarê Kurd ê ji bakurê Kurdistanê, Hozan Nûser pirtûka bi navê Yilmaz Guney ku li ser jiyana sînemavanê Kurd, Yilmaz Guney hatiye nivîsandin, îmze kir.
Çalakiya ji bo îmzeyê li Navenda Çand û Huner a Kobanê hate lidarxistin û bi dehan rewşenbîr, sînemavan û endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokartîk a Kantona Kobanê jî lê amade bûn.
Nûser li bajarê Zaxo yê başûrê Kurdistanê 4 salan pirtûk nivîsand û destnîşan kir ku cih û roleke mezin a Yilmaz Guney di sînemaya Kurdî de heye. Hozan Nûser diyar kir ku bi rêya pirtûka bi Kurdî, ew balê dikişîne ser wan zehmetiyan ku Yilmaz Guney di zindanên li Tirkiyeyê de bi wan re rûbirû bûye.
Filmên wê li ser Kurdan bûn
Li ser sedema nivîsandina pirtûkê, Nûser got: ”Min jiyana Yilmaz Guney hilbijart ji bo hezkiriyên sînemayê bi wan tiştan zanibin ku hatine serê Guney, bi taybetî ji ber ku ew siyasetvanekî çepgir bû û siyaseta hikûmeta Tirk qebûl nedikir. Yilmaz Guney bi filmên xwe yên li ser xizanan û gundiyan û bindestan dihat naskirin.”
Yilmaz Guney di 47 saliya xwe de li paytexta Fransayê Parîsê sala 1984’an piştî ku bi nexweşioya pençeşêrê ket, wefat kir. Gelek film çêkirin, para bêhtir, filmên xwe li ser jiyana gundiyên li herêmên çiyayî yên li bakurê Kurdistanê çêdikirin. Yek ji filmên wî ku navdar bû ”Rê (Yol)” e ku li gelek holên sînemayê li gelek dewletên cihanê hate nîşandan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mihrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî ji aliyê Komîna Filman a Rojava ve hate organîzekirin û 80 film di 7 rojan de hatin nîşandan.
ANHA / KOBANÊ