Şaredariya Pirsûsê, dixwaze li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê peykerê 33 ciwanên hatî qetilkirin deyne. Ji bo vê jî li benda Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ye ku tapoyê tehsîs bike.
Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûs a Rihayê DAIŞ’ê êrîşek pêk anîbû û di vê êrîşê de 33 ciwanên Federsyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku dema xwestin biçin Kobaniyê û alîkariya zarokên li wir bikin, hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bibûn. Rêveberiya Şaredariya HDP’ê ya di hilbijartina 31’ê Adarê de li Pirsûsê bi ser ket, ji bo bîranîna ciwanên qetikirî neyê jibîrkirin dixwaze li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê peykerê 33 ciwanan çêbike. Lê belê ji ber pirsgirêka mulkiyetê ya navenda çandê heye, ji bo vê gav nayên avêtin. Ji ber di sala 2012’an de Riha bû “şaredariya mezin”, tapûya navendê ya ku ji aliyê Şaredariya Pirsûsê hatibû avakirin dewrî ŞÛSKÎ’yê hatiye kirin û ji bo peyker bê bicihkirin divê tapo ji nû ve tehsîsî Şaredariya Pirsûsê bê kirin.
Xebero soz dane
Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk, ew dixwazin ev navenda ku bi sedan zarok ji bo çand û hunerê lê hatine perwerdekirin dîsa bê vekirin. Çevîk, dest nîşan kir ku ji bo vê wan hevdîtin bi Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê re pêk aniye û şaredariya mezin soz daye wan ku wê navend bibe wekî berê.
Nebû wê yeke nû ava bikin
Çevîk, dest nîşan kir ku Navenda Çandê ya Amarayê di warê çalakiyên xwe yên ji bo jin, ciwan û zarokan de ji bo gelê Pirsûsê cihekî girîng e û got: “Me ji şaredar xwest ku niha navend ji bo çalakiyên çand û hunerî bê bikaranîn. Eger bibe wekî berê wê daxwaza me ya ji bo peyker jî hebe. Eger nebe jî em ê ji bo 33 canên xwe yên hatin kuştin parkekê çêbikin. Em ê navên kesên ku hatibûne qetikirın li parkê bikin. “
Malbatan xwestiye
Em dixwazin bîranînên wan bijîn û neyên jibîrkirin. Malbatên pirsûsî jî bi awayekî nivîskî ev daxwaz ji me kirin. Ji bo ev daxwaz pêk were çi hewce be em ê bikin.”
RIHA