
Şervanê YPG′ê Luqman Qamişlo da ser rêya kurê xwe yê şehîd, û canê xwe fedayî axa welatê xwe kir.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê Ûehîd Dear Cerbû (Luqman Qamişlo) bavê şehîd Feysel ku li navçeya Til Berek di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûye, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan, oxir kir.
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê û rêûresmeke eskerî dest pê kir. Piştre bi navê malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo Umer Mûsa û Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatê re xwest û bal kişandin ser fedekariya malbatê ji bo parastina ewlehiya gelên herêmê.
Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê bi dirûşmên ″Şehîd namirin″ hat veşartin.
Şehîd Feysel kurê şehîd Luqman e ku beriya salekê li herêma Holê şehîd bûye.
ANHA / QAMIŞLO