
Li dijî konsepta şer a li Kurdistanê, akademîsyenan îmze danîbûn bin danezana ‘Em ê nebin hevkarên vî sûcî’. Dewleta Tirk, tevî hikûmeta AKP´ê û fermana Erdogan kiribû ev akademîsyen bikevin ber lêpirsînan û doz li wan vebin. Ji van akademîsyenan Zeynep Tul Akbalê got, “Em ê salonên dadgehê veguherînin kursiyên zanîngehê. Em ê wek dersê parastina xwe bikin.”
Akademîsyenan 11’ê Çileyê 2016’a daneza aştiyê îmze kiribû ku peyama ‘em nabin hevkarên vî sûcî’ dida. Li ser vê yekê gelek akademîsyen ji karê xwe hatin avêtin û doz li wan hatin vekirin. Ji zanîngeha Galatasaarayê 6 ji zanîngeha Stenbolê 4 akademîsyen sibê ji bo cara yekem li 35’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derdikevin pêşberî dadger.
Profeseor Zeynep Tul Akbal a li Zanîngeha Bahçeşehîrê di Beşa Sînema û Televîzyonê de peywirdar bû, û dawî li karê wê hat anîn, beriya rûniştina hevalên xwe, axivî. Zeyneb Tul Akbalê da zanîn ku ew jî 16’ê Adarê tê dadgehkirin.
Em ê nobetê bigirin
Zeyneb Tul Akbalê got, vê zivistanê de ne adil e ku mirov li ber edliyeyê bên sekinandin û wiha peyivî, “Ji ber vê, em ê nobetên edaletê parve bikin. Di dozên ewil de wê helwêsta dadgehê bê fêmkirin. Beşeke mezin a xwendekaran xwedî li dozê derdikevin. Dema çar hevalên me hatibûn girtin, tevgerek çêbû. Girtina wan bandorek çêkir. Lê li vî welatî her roja me, wek salekê derbas dibe. Ka em binihêrin ev ba wê bi kîjan alî de biçe? Em ê dadgehê wek kursiyê dersdayînê bi kar bînin. Em ê parastinên xwe wek dersdayînê pêk bînin.” n JINNEWS / STENBOL