DENİZ BABİR / STUTTGART
Pêncşemê rûniştina 15´an a doza li dijî siyasetvnên Kurd a li Stuttgartê pêk hat. Di vê dozê de siyasetvan Veysel S., Agit K., Evrim A., Özkan T. girtî û Cihan A. jî negirtî tên dadgehkirin. Rûniştinên dozê li hola hepsa Stammheimê çêdibin. Hemû siyasetvanên girtî dîsa kelepcekirî anîn hola dadgehê.
Tevî liberrabûna girtî û parêzeran jî, heyeta dadgehê israr kir ku kesên tên dadgehkirin bi vîtrînên camî ji kesên din bên veqetandin. Ji ber lêgerîna kesên dixwazin dozê bişopînin jî nerazî ne. Di rûniştinê de ev lêgerîna veguheriye zilmê bi bîr xist û got, xelk aciz e û ew ê li ber ferzkirina vê pêkanînê jî rabin, miracaetên lazim bikin.
Rûniştin taloq kirin
Ji girtiyên Kurd Agit K. ji ber ku navbeynkarî kiriye di dema pevçûneke li hepsê de birîndar bûye. Piştî muayeneya li bijîşk a Agit K. rûniştina dozê taloqî doh kirin. Lê rûniştina doh jî bi heman sedemê taloqî 7´ê Cotmehê hatkirin.
Li aliyê din di rûniştinên doza li dijî welatparêz Kurd Salih K. û Şemsettin B. duşem, çarşem, pêncşemê çêbûn. Di van rûniştinan de xwendina metnên guhdarîkirina telefonan dewam kir. Rûniştinên doza li dijî Salih K. wê 30´ê Îlonê û 10´ê Cotmehê wê dewam bike. Rûniştinên doza li dijî Şemsettin B. jî wê 1´ê Cotmehê dewam bike.